Amerîka peyamekê derbarê êrîşa li ser Balyozxaneya xwe li Iraqê dide

Îro danê sibê mûşekek li firokxaneya Bexdayê ket, duhî jî mûşekek arasteyî Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê hatibû kirin. Li ser van her du êrîşan Amerîka bersiv da.

06.07.2020, Pts - 09:56

Amerîka peyamekê derbarê êrîşa li ser Balyozxaneya xwe li Iraqê dide
Nuçe Belav bike

Medyaya Iraqî li ser zarên jêderên ewlehiya Iraqê belav kir, îro mûşekek li firokxaneya Bexdayê ket, lê ti ziyan jê nebûn, ji ber ku mûşek neteqiya.

Ev piştî wê tê, duhî mûşeke arasteyî Balyozxaneya Amerîka hatibû kirin, lê sîstema berevaniyê ya Balyozxaneyê ew mûşek pûç kiribû, lê ji encama ketina mûşekê li navçeyeke nêzîkî Balyozxaneyê, zarokek birîndar bûbû.

Di wê derbarê de, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, hêzên Iraqî lêkolînê di wan êrîşan de dikin. Êrîş ne li ser me tenê ne, belkû li ser hikûmeta Iraqê, nûnertiyên welatan û xelkê nêzîkî wan navçeyan e.

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di derbarê wan êrîşan de dibêje, hebûna hêzên deryasayî, dibin astengiyên mezin ku hevkariya darayî bi Iraqê re bikin.

Dibêje jî: Divê Iraqê destpêkê hevkariyê bi xwe re bike, piştre cîhan dê hevkariyê pê re bike. Niha Iraq pêngavên baş davêje.

Ji meha Cotmeha sala 2019an ve, Bolyozxaneya Amerîka li Iraqê bi 33 mûşekan hatiye armanckirin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 771 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x