Nûnerê Serokê Amerîkayê yê li dijî DAIŞê Brett McGurk li ser hesaba xwe ya Titterê beyamek belav kir û wiha got, ‘Ez bi civîn û hevdîtina ligel parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê, herwiha Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Sindî kêfxweş im, ku hemû wek beşek ji şanda Iraqê ya bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Ebadî li Kuweytê ne.’
McGurk di berdewamiya peyama xwe de wiha pê de diçe: ‘Amerîka di çarçoveya Iraqeke yekgirtî û federal de piştgiriya Herêma Kurdistaneke bihêz, serkeftî û yekgirtî dike.’
Brett McGurk li Kongreya Navdewletî ya li Kuweytê li şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek pêk anîbû.