Amerîka: Rûsya hewla çêkirina dronên Îranê dide

Koşka Spî ya Amerîkayê dibêje, artêşa Rûsyayê hewl dide ji sala bê de firokeyên bêpîlot ên Îranê li Rûsyayê çêbike.

10.06.2023, Cts - 07:15

Amerîka: Rûsya hewla çêkirina dronên Îranê dide
Nuçe Belav bike

Berdevkê Encûmena Ewlekariya Nîştimaniya Amerîkayê John Kerby dibêje, Rûsya alavan ji Îranê werdigire da ku kargeheke firokeyên bê firokevan ava bike ku dibe sala bê dest pê bike.

Koşka Spî dîmenên satelaytê yên ku tê îdiakirin cihê kargeha dronan li herêmeke 900 kîlometre li rojhilatê Moskowê ye belav kirin.

Kerby di daxuyaniya xwe ya Înê de,ku ji zarê îstixbarata Amerîkî ne got, “Eşkere ye ku hevkariya leşkerî ya di navbera Rûsya û Îranê de kûrtir dibe.”

Washington diyar dike ku Rûsyayê bi sedan dron û alavên peywendîdar ji Îranê wergirtine da ku di êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê de bikar bîne.

Kerby diyar kir, li gorî amarên Amerîkayê, dronên li Îranê hatine çêkirin, bi rêya Behra Xezerê hatine veguhestin û “paşê ji aliyê Rûsyayê ve li dijî Ukraynayê hatine bikaranîn.”

Kerby got, “Di hefteyên dawî de Rûsyayê dronên Îranê ji bo êrîşî Kyivê bike û gelê Ukraynayê bitirsîne bi kar anî.”

Washington di wê baweriyê de ye ku artêşa Rûsyayê bi xwe jî hewl dide dronên Îranê çêbike. Kerby hişyarî da û got, “Agahiyên me hene ku Rûsya ji Îranê alavan distîne da ku li Rûsyayê kargeheke dronan ava bike.”

Li gor Koşka Spî, li hember vê yekê Îran hewl dide ku ji Rûsyayê firokeyên Sukhoi 35, helîkopter û firokeyên din bikire.

Kerby anî ziman, “Em dê berdewam bin li ser sepandina sizayan bi ser wan kesên ku di veguhestina alavên leşkerî yên Îranê ji bo Rûsyayê de beşdar in.”

Îranê gelek caran tohmetên Amerîkayê red kirine.

Piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku di 24ê Sibata 2022an de dest pê kir, hevkariyên Moskow û Tehranê zêde bûn û her du jî ji aliyê welatên Rojava ve hatin sizadan.

Her du welatan vê dawiyê ragihandin ku ew ê rêhesinekê çêbikin dê alîkariya wan bike ku ji hewcedariya rêyên deryayî dûr bikevin û wan ji cezayên navneteweyî biparêze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x