Amerîkayê bi fermî daxwaza vegerandina hemû sizayên ser Îranê kir

Amerîka dibêje, Îranê rêkeftina etomî binpê kiriye û ew dê mekanîzma vegerandina dorpêçan bo ser Îranê çalak bikin, ku beşek ji rêkeftina etomî ya bi Îranê re ye.

21.08.2020, Cum - 09:10

Amerîkayê bi fermî daxwaza vegerandina hemû sizayên ser Îranê kir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîka, Mike Pompeo serdana avahiya Neteweyên Yekbûyî li Nêw Yorkê kir û bi fermî daxwaza vegerandina dorpêçên navdewletî bo ser Îranê kir. Lê hersê welatên ewropî yên beşdar di rêkeftina etomî ya li gel Îranê de, Brîtanya, Fransa û Almanya di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, ew piştgirî nadin wê hewldana Amerîkayê.

Amerîka dibêje, Îranê rêkeftina etomî binpê kiriye û ew dê mekanîzma vegerandina dorpêçan bo ser Îranê çalak bikin, ku beşek ji rêkeftina etomî ya bi Îranê re ye.

Ev jî pişt vê yekê hat ku projeya Amerîkayê ya bo dirêjkirina dorpêça firotina çekan li ser Îranê di Encûmena Asayişê de deng bidest nexist û Waşington di wê hewldana xwe de rastî şikestinê hat. Tenê Amerîkayê û Domînîkanê dengê Erê dabûne wê projeyê û Rûsya û Çînê red kiribûn û 11 welatan jî na dengê na û ne jî dengê erê bikar anîbûn.

Tenê çend demjimêran piştî ku Amerîkayê daxwaza fermî ya vegerandina dorpêç û sizayên li ser Îranê radestî Netewên Yekgirtî kir, hersê welatên ewropî, Brîtanya, Fransa û Almanyayê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, Amerîka ji rêkeftina etomî vekişyaye, lewra ew piştgiriya wê hewla Amerîkayê nakin.

Amerîka bi biryara Donald Trump di Gulana 2018 de bi fermî ji rêkeftina etomî ya li gel Îranê ku bi rêkeftina etomî ya 5+1 û Îranê tê naskirin, vekişiyabû.

Her sê welat ku beşdarî rêkeftina etomî ya li gel Îranê ne, herwiha bang li Îranê jî kirin ku ji hemû pêngavên li dijî pabendiyên di rêkeftina etomî de avêtine vegere û pabendî rêkeftinê be.

Wezîrê Derve yê Amerîka, Mike Pompeo piştî daxuyaniya hevbeş a hersê welatên ewropî bertek nîşan da û ragihand, “wan biryar da ku aliyê Ayetullahn bigirin.”

Mike Pompeo got, ti welatekî ji bilî Amerîkayê wêrekiya wê yekê nebû ku projebiryarekê pêşkêş bike.

Pompeo got: “Nûnerên hemû wan welatan bi nihênî ji min re gotin, ku naxwazin qedexeya çekan a li ser Îranê bihê rakirin, lê îro di dawiyê de em dibînin ku wan ti alternatîv û vebijêrkek nehiştine. Ti welatek ji bilî Amerîkayê wêrekî û xweragiriya wê yekê nebû ku projebiryarekê pêşkêş bike, li cihê wê wan biryar da ku aliyê Ayetullahn bigirin. Kiryarên wan xelkê Iraq, Yemen, Lîbya û Sûriyê û akinciyên xwe jî bê guman xistin metirsiyê.”

Di rêkeftina etomî ya li gel Îranê de mekanîzmek hatiye danîn, ku li gor wê mekanîzmê eger Îran pabendî rêkeftinê nemîne, hemû siza û dorpêçên ku Netewên Yekgirtî danîbû ser Îranê, dê careke din bêne vegerandin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 699 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:08:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x