Amerîkayê biryara Ayasofyayê de şermezar kir

Komîsyona Azadiya Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê (USCIRF) derbarê biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê ku Ayasofya li ber îbadetê vekir daxuyaniyek belav kir.

10.07.2020, Cum - 19:54

Amerîkayê biryara Ayasofyayê de şermezar kir
Nuçe Belav bike

Komîsyona Azadiya Baweriyan a Cîhanî ya Amerîkayê derbarê biryara vekirina deriyê Ayasofyayê li ber îbadetê daxuyaniyek belav kir û ew biryar şermezar kir.

Komîsyona Azadiya Baweriyan a Navdewletî ya Amerîkayê (USCIRF) derbarê biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê ku Ayasofya li ber îbadetê vekir daxuyaniyek belav kir.

Cîgirê USCIRFê Tony Perkins, di wê daxuyaniya xwe de amaje bi raboriya Ayasofyayê kir û “polîtîzekirina Ayasofyayê” şermezar kir.

Perkins di wê daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku hem Xirîstiyan û hem Misilman girîngiyeke zêde bi Ayasofyayê didin ku sala 1985an ji aliyê UNESCOyê ve li Lîsteya Mîrata Cîhanî hatibû zêdekirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin, “Ayasofya ku sedsala 6an hatiye avakirin, berî ku ji aliyê Siltanê Osmanî Mehmetê II ve piştî fetihkirina Konstantînopolîsê bê vegerandin bo mizgeftê, bo dema 1000 sal weke katedrala Ortadoks a Yunanê xizmet da.”

Komîsera USCIRF a Tirkiyê Nury Turkel jî derbarêm biryarê de xemgîniya xwe anî ziman ku “Hikûmeta Tirkiyê bi van pêngavan pêş dikeve û nêrînên pêkhateyên olî li ber çav nagire.”

Turkel amaje bi wê kiriye ku ev biryar di demekê de ye tirs û bêbawerî di vê heyamê de ji ber gefên li diî pêkhateyên etnîkî û olî û dawîn êrişên li ser kenîseyan zêde bûye û gotiye, “ev biryar dê tevkariyên li hestên marjînalbûnê bike di bin hikûmeta bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan”

USCIRF, di raporta xwe ya sala 2020 de, pêşniyaz li Wezareta Derve kiriye Tirkiyê ku azadiyên olî binpê kiriye li Lîsteya Çavdêriya Taybet zêde bike.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara derbarê Ayasofyadê de aşkere kir û biryara Encûmena Wezîran a sala 1934an hilweşand û bi vî awayî li Ayasoyayê rê li ber îbadetê vebû.

Piştî biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî biryara radestkirina îdareya Ayasofyayê bo Serokatiya Karûbarên Ewqafê û vekirina wê li ber îbadetê îmze kir.

Ayasofya sala 537an di sedema Imparatoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortuduks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453 de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.

Piştî damezrandina komara sekular a Tirkiyê û di sala 1935an de, hikûmeta Tirkiyê ew avahiya dîrokî kire muzexane ji hingê ve heta niha statuya wê muzexane ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 833 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:24:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x