Amerîkayê ceza bi ser 3 berpirsên Sine û Urmiyê de sepand

Wezareta Xezîneya Amerîkayê 3 berpirsên emnî-leşkerî yên hikûmeta Îranê yên li parêzgehên Sine û Urmiye yên Rojhilatê Kurdistanê xistin lîsteya cezayan. Li gorî wezaretê, ew ceza girêdayî binpêkirina mafên mirovan û tundûtîjiya Tehranê ya ji bo tepeserkirina xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê ne.

24.11.2022, Per - 09:12

Amerîkayê ceza bi ser 3 berpirsên Sine û Urmiyê de sepand
Nuçe Belav bike

Alîkarê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê ji bo Îstixbarata Aborî û Terorê, Brayan Nelson roja Çarşembê 23ê Mijdara 2022an ragihand, “rejîma Îranê berdewame li ser armanckirin û gulebarankirina zarokên xwe yên ku ji bo paşerojeke baştir daketine kolanan.”

Wî berpirsê Amerîkî herwiha li ser zext û zordariya Komara Îslamî ya Îranê li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dibêje, “divê sûcên ku li Îranê li dijî xwepêşanderan tên kirin, bi taybetî li Mihabadê bên rawestandin.”

Hesen Eskerî Qaymeqamê Sine û Elîriza Muradî Fermandarê Polîsê Bajarê Sine du berpirsên wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ne ku ketine ber sizayên Amerîkayê .

Wezareta Xezîneyê got ku herdu berpirs ji ber bikaranîna hêzê û “bersiva tund” a li dijî xwepêşanderên li bajarên Kurdan hatine cezakirin.

Herwiha wê wezareta Amerîkayê daye xuyakirin, wan her du berpirsan derbarê kuştina zarokeke 16 salî di xwepêşandanan de agahiyên şaş dane, ku li gor agahiyan ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine kuştin.

Berpirsê din ê Îranî ku hatiye cezakirin, berpirsekî leşkerî ye, ku Fermandarê Biryargeha Hemze Seyiduşuheda ya Supaya Pasdaran li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê Mihemedteqî Osanlû ye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser sedema sizadana wî berpirsî de gotiye, ku Osanlû berpirsyarê şandina hêzên leşkerî bo bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê û serkotkirina xwepêşandanên li vî bajarî bi bikaranîna hêz û tundiyê bûye.

Bi wê cezakirinê re, dê milk û darayiyên muhtemel ên wan kesan ên di nav axa Amerîkayê de were blokekirin.

Di çend rojên bihorî de li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Sine, Seqiz, Merîwan, Mihabad, Bokan, Pîranşar û Ciwanro xwepêşandanên berfireh li dijî desthilata Îranê hatin lidarxistin ku bi taybet li bajarên wek Mihabad, Bokan û Ciwanro ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve bi tundî ew xwepêşandan hatin serkotkirin.

Hêzên Îranê bi çek û guleyên cengî, herwiha bi çekên wek doşka ketin nav bajarên Mihabad, Bokan û Ciwanroyê û di encama teqeyan de gelek kes hatin kuştin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye, di nava heftiyekê de 42 kes li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve bi guleyên cengî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:06:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x