Amerîkayê hin cezayên nû li ser Îranê sepandin

Wezareta Derve ya Amerîkayê 5 karbidest û saziyên Îranê ji ber binpêkirina mafên mirovan û bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderan xiste lîsteya cezayan.

22.12.2022, Per - 10:51

Amerîkayê hin cezayên nû li ser Îranê sepandin
Nuçe Belav bike

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cafer Montezirî jî di lîsteya cezayan de ye.

Di meha Îlonê de, Montezirî talîmat da dadgehan ku cezayên tundtir li kesên ku di xwepêşandanan de hatine girtin, bisepînin.

Berpirsên din ên Îranî ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine sizadan, bi vî awayî ne: Serokê Baregeha Sayber a Besîc Muslim Muîn, Fermandarê Herêmî yê Supaya Pasdaran li Tehranê Hesen Hesenzade, Fermandarê Hêza Beytulmuqedes a Supaya Pasdaran li Sineyê Seyid Sadiq Hisênî û Cîgirê Hevahengkar ê Besîcê Hisên Marûfî.

Herwiha kompaniya Imen Sanat Zaman Fara ya Îranê jî ku otomobîlên zirxî yên polîsan çê dike û wesayitên wê di tepeserkirina xwepêşanderan de hatine bikaranîn, di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye.

Waşingtonê herwiha du milîsên sereke yên bingehîn ên Îranê û du berpirsên Supaya Pasdara jî ceza kirin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku serdozgerê giştî yê Îranê ferman daye dadgehên ku cezayên tund li xwepêşanderên girtî werin birîn.

Alîkarê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê yê ji bo Rûbirûbûna Terorê û Îstixbarata Darayî, Brian Nielsen di daxuyaniyekê de got: “Em bikaranîna zêde ya tundiyê ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî gelê xwe yê ku mafên mirovan diparêzin, şermezar dikin.”

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî şoreşa îslamî ya sala 1979an ve bûye yek ji mezintirîn astengên li pêşiya Tehranê.

Îran welatên rojavayî bi handana xwepêşandanan tawanbar dike.

Cezayên ku roja Çarşembê hatin ragihandin, dê samanên mehkûman bicemidîne û rê li ber danûstandina Amerîkiyan bi wan re bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:15:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x