Amerîkayê ji bo HSDê 165 milyon dolar budce veqetand

Di budceya berevaniyê ya Amerîkayê de 165 milyon dolar ji bo xebatên hevkariya bi HSDê re hat veqetandin.

09.12.2022, Cum - 12:15

Amerîkayê ji bo HSDê 165 milyon dolar budce veqetand
Nuçe Belav bike

Di pêşnûmeya Qanûna Destûrnameya Parastina Neteweyî (NDAA) ya ku budceya parastinê ya 2023an a Amerîkayê dihewîne û li Encûmena Nûneran hat qebûlkirin. Di budceya berevaniyê ya Amerîkayê de 165 milyon dolar ji bo xebatên hevkariya bi HSDê re hat veqetandin.

Di pêşnûmeya Qanûna Desthilata Parastina Neteweyî ya Amerîkayê de hat dîtin ku 35 milyon û 811 hezar dolar ji beşa Iraqê û 18 milyon û 368 hezar dolar jî ji beşa Sûriyeyê ya li dijî DAIŞê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jê sûdê werdigire, hatiye birrîn.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya Qanûna Destûrnameya Parastina Neteweyî (NDAA) ku 858 milyar dolar budceya berevaniyê dihewîne, li hemberî 80 dendan, bi 350 dengên erê qebûl kir û Ji bo dengdana dawî ji Senatoyê re hat şandin.

Di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê de, daxwaza 541 milyon û 692 hezar dolaran hat kirin ku ji bo hevkarên Amerîkayê ku di nav wan de HSD jî heye, were dayîn, 487 milyon û 513 hezar dolar hat pejirandin.

Di pêşnûmeyê de hat dîtin ku ferqa enflasyonê ya 15 milyon û 413 hezar dolarî li vê fona giştî hat zêdekirin û bi tevahî bû 502 milyon û 926 hezar dolar.

Di pêşnûmayê de ji bo Iraqê 358 milyon û 15 hezar dolar hatibû xwestin lê 35 milyon û 811 hezar dolar nederbasdar hat dîtin û li ser vê yekê ji bo Iraqê 322 milyon û 204 hezar dolar guncaw hat dîtin.

Herwiha di pêşnûmayê de ji bo Sûriyê ku HSD jî jê sûd werbigre 183 milyon û 677 hezar dolar hatibû xwestin lê 18 milyon û 368 hezar dolar nederbasdar hat dîtin û ji bo xebatên artêşa Amerîkayê di nav wan da hevkariya bi HSDê re jî 165 milyon û 309 hezar dolar hat qebûlkirin.

Li aliyê din di heman pêşnûmayê de zêdekirina mûçeyên leşkeran ji sedî 4.6, guhertina wesayîtan bi wesayitên sifir emîsyon û heta sala 2027an 10 milyar dolar alîkariya leşkerî ji Taywanê re bike tê pilankirin.

Di derbarê Ukraynayê de, pêşnûme 800 mîlyon dolar ji bo fînansekirina tiştê ku wekî Înîsiyatîfa Alîkariya Ewlekariya Ukraynayê tê zanîn tê veqetandin. Her wiha 6 mîlyar dolar ji bo piştgirîkirina operasyonên leşkerî yên Amerîkî li Ewropayê vediqetîne.

Xalên firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyeyê bi şert û mercên sînordar ji pêşnûmeya dawî hatibûn derxistin.

Tê çaverêkirin Senato jî dê di demek kin de deng bide pêşnûmeyê û paşê ji bo îmzekirinê ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re bişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x