Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, navê PKKê di lîsteya rêxistinên terorîstî ya Amerîkayê de dimîne.
Wezareta Derve ya Amerîkayê raporta xwe li ser rêxistinên terorîstî belav kir. Di wê raportê de ku her 5 salan carekî tê belavkirin, hatiye gotin ku PKK rêxistineke terorîstî ye ji ber wê jî dê navê wê di lîsteya rêxistinên terorîstî ya Amerîka de bimîne.
Di raporta Wezareta Derve ya Amerîka de hatiye ragihandin ku Amerîka di şerê li dijî terorê de alîkariyê dide hevpeymanê xwe Tirkiyê û dê li ser vê yekê jî rijd be.
Amerîka sala 1997, PKK xistibû lîsteya terorê û ji wê demê ve heta niha navê PKKê di lîsteya terorê ya Amerîka de ye.