Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê daxwaz kir, bilez guftûgo di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de.
Got jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ew piştgîriyê li danûstandinên di navbera her du aliyan de dikin û pêwîst e ew guftûgo di zûtirîn dem de dest pê bikin.
Ev yk di demekê de ye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh got, Bexda heta niha ne amade ye ji bo guftûgoyê ligel Herêma Kurdistanê bike.
Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê û bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî li ser bajarê Kerkûkê û navçeyên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Bexdayê çendîn dorpêç xistin ser Herêma Kurdistanê, ji wan jî qedexekirina geşta esmanî.
Duh jî, Peyvdarê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ragihandibû, pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya avahiyên xwe radestî Bexdayê bike, ku berê ew yên hikûmetên pêştir ên Iraqê bûn.