Amerîka: Em naxwazin li Mincbicê rageşî çêbibe

Berdevkê demî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner li ser rewşa dorûbera Minbicê da xuyakirin, “Rojhilatê Babê herêmeke pir tevlîhev e. Gelek hêz li wê herêmê hene. Bi awayekî vekirî bibêjim ku pir nêzîkî hev in. Mebesta hevbeş a aliyan jî têkoşîna dijî DAIŞê ye.”

08.03.2017, Çar - 07:11

Amerîka: Em naxwazin li Mincbicê rageşî çêbibe
Nuçe Belav bike


Toner di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rewşa aloz a hêzên li herêmê bo Minbicê û rewşa dorûbera Babê wiha axivî: "Em naxwazin li wê herêmê rageşî çêbibe" û wiha domand: "Em naxwazin li devereke wisa biçûk ku gelek hêz tê de ne, bêyî daxwazî rageşî rû bide. Rewş têra xwe xerab e û bi tevger e. Em ji hemû aliyan re peyama lêhûrbûna têkoşîna dijî DAIŞê dişînin. Dê hevpeymanî digey hevalbendên me û hêzên hevpar di nav kordînasyonê de karê xwe bidomîne. Dê armanca me ya hevpar DAIŞ be."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1036 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:25:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x