Amerîka fişarên li ser PKK û PYDê zêde dike

Hat zanîn ku Amerîka cardin hişyarî daye PKKê ku nabe li Şingalê bimînin û ji rayedarên PKKê xwastiye destê xwe nexin nav karûbarên Herêma Kurdistanê û Kurdistana Rojava û xwe ji ajandaya Îranê dûr bixin.

14.02.2017, Sal - 07:41

Amerîka fişarên li ser PKK û PYDê zêde dike
Nuçe Belav bike

Heftenameya Bas, ji zarê berpirsekî agahdar yê Kurdistanê eşkere kiriye ku Amerîka fişara li ser PKKê zêde kiriye û di vê çarçoveyê de du meh berê şandeka konsulxaneya Amerîka li Hewlêr, serdana Şingal, Sinûn û çiyayê Şingalê kiribû û daxwaz ji PKKê kiribû ji Şingalê derkeve.

Wî jêderî daye zanîn ku wergirtina Hêza Parastina Êzîdxanê bi fermandehiya Heyder Şeşo bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di heman çarçoveyê de bûye û got, Qendîl ji ber wê fermana Barzanî şok bûye. Ji ber ku her çiqas hêzên YPŞ û YPJ li Şingalê hene lê pişta PKKê hêza Heyder Şeşo germ bû. Hêza Heyder Şeşo piştî Pêşmerge, mezintirîn hêz bû li Şingalê.

Li gorî agahiyên wî berpirsê Kurdistanê, PKKê beriya niha hewl dabû Bexda hêza Heyder Şeşo bi fermî qebûl bike û mûçe û pêdiviyên serbazî bide wan ji ber ku PKKê pişta xwe bi wê gelekî germ kiribû. Jixwe Heyder Şeşo çend caran çûbû Qendîlê û bi Cemîl Bayik re hevdîtin kiribû. Lê dema Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermana tevlîkirina wê hêzê di nav Pêşmerge da, PKK şok bû. Rayedarên PKKê wisa hizir dikin ku ziyanek mezin dîtine.

Heftenameya Bas her wiha ragihandiye ku dema şanda Amerîkî serdana Şingalê kiribû, nexwastibû Heyder Şeşo bibîne tenê jê re peyam şandibû û gotibû, eger hêza wî tevî Pêşmerge nebe Amerîka pê re danûstandinê nake û dê wek beşek ji kêşeya PKKê bibîne.

Basê ji bona ku nêrîna Amerîka li ser hebûna hêzên PKKê li Şingalê bizane, pêwendî bi berpirsên konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê kir. Wan jî wiha bersiv dan: “Bi baweriya me PKK rêxistineke terorîstî ye ji ber wê jî nabe li Şingalê bimîne. Çimkî hebûna wan li wir astengiyê pêşiya aramî û vegera koçberan çêdike.”

Heftenameya Bas bi rêya çavkaniyekî taybet jî zaniye ku Amerîka tenê PKK ji ber xatirê Kurdistana Başûr û Şingalê hişyar nekiriye, ji ber Kurdistana Rojava jî hişyarî daye PKKê. Amerîka hişyarî daye serokê PYDê Salih Muslim û jê xwastiye xwe ji PKKê dûr bixe, eger xwe ji PKKê cihê neke wê çaxê Amerîka jî êdî pê re danûstandinê nake.

Li gorî raporta Basê, Amerîka ji PYDê xwastiye ku nabe YPG bi ti awayî şerê artêşa Tirkiyê bike û ew mijar wek xeta sor daye zanîn. PYDê jî di vê warî de nermî nîşan daye û daxuyaniyên rayedarên PYDê derheqê Tirkiyê de jî hatiye guhertin.

Parlamenterê êzîdî yê Kurdistanê Şêx Şamo jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, hebûna PKKê li Şingalê dikeve xizmeta “Hîlala Şîe”, ya ku Îran dixwaze çêbike. Helbet Amerîka jî vê yekê heta hetayî qebûl nake. Divê PKKê ji Şingalê derkeve çimkî ew der ne cihê xebata PKKê ye.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1794 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x