Amerîka hişyariyek tund da Îranê

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Michael Flynn rexneyên tund li ceribandinên mûşekî yên vê dawîyê yên Îranê girt û li ser wan ceribandinan hişyarî da Tehranê.

02.02.2017, Per - 09:13

Amerîka hişyariyek tund da Îranê
Nuçe Belav bike

Michael Flynn ragihand, ceribandina mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve bi taybet di van demên dawiyê de, binpêkirina biryarên Encumena Asayişa Netewên Yekgirtî ye.

Flyyn da xuyakirin, karên vê dawiyê yên Îranê, weke ceribandina mûşekeke balistîk û êrişkirina ser gemiyeke Erebistana Siûdiyê ji aliyê çekdarên Husî yên Yemenê ve ku Îran piştgiriya wan dike, didin nîşandan, ku Îran bi çi awayî di ne îstiqrariya herêmê de rol dibîne.

Flyyn tekez kir: "Îran li ser piştgirîkirina hussîyan û binpêkirina biryarên navdewletî berdewam e. Ev jî dibe sedema ne îstiqrariya herêmê. Îran li dijî Siûdiyê û Amerîkayê û hevpeymanên wê çalakiyan dike, her ji ber wê jî, rêveberiya Trump wan reftarên Îranê şermezar dike."

Di dema kampînên xwe yên hilbijartinê de, Serokê niha yê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû, ku eger di hilbijartinan de serbikeve û weke serok dest bi kar bibe, dê bi siyaseteke cuda ya rêveberiya Obama, serederiyê ligel Îranê bike.

Trump herwiha gotibû, ku dê rêkevtina atomî ya bi îranê re sererast bike û rê ji destwerdana Îranê di nava karûbarên welatên herêmê de bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1016 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x