Amerîka ji Serok Barzanî û Ji Abadî daxwaz kir

Wezîrê Derve yê Amerîrayê Rex Tillerson bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û daxwaz kir, ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de deriyê diyalogê vekirî be.

05.08.2017, Cts - 09:50

Amerîka ji Serok Barzanî û Ji Abadî daxwaz kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku Konsolê Amerîkî malpera fermî a facebookê de parvekiriye tê gotin ku, Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, roja Înê 04-08-2017, Tex Tillerson di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, behsa jêhatîbûna pêşmerge kiriye û ji ber rola wan a sereke ya di şkînandina DAIŞê de” spasî kiriye.

Derbarê mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de Tillerson tekez kiriye ku Amerîka piştgirî dide Iraqekî demokratîk, federal û yekgirtî.

Li gorî nûçeyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye da ku ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêrê de deriyê diyalogê di navbera xwe de vekirî bihêlin.

Di heman demê de Rex Tillerson li gel Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî jî pêwendiyeke telefonî sazkiriye û piştgiriya welatê xwe ya ji bo gelê Iraqê, şerê hevbeş ê herdu aliyan a li hember DAIŞê aniye ziman.

Tillerson gotiye: “Amerîka û Iraq bi rekeftina stratejîk ve girêdayîne, ku di navbera herdu aliyan de li ser himê hevkariya siyasî, aborî, ewlekarî û çandî, hatiye îmzekirin.”

Rex Tillerson gotiye, Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de dê pêştgiriya xwe ya ji bo herdu aliyan berdewam bike û herwiha diyar kiriy, ku pêwîste ji bo şerê dahatî ya Tilefer û Hewîceyê, hevkariya bi hêz a di navbera Bexda û Hewlêrê de berdewam be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:27:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x