Amerîka: Kurd, hevkarê me yê girîng û pêşanî ne!

Berdevkê Wezareta Karênderve ya Amerîkî Heather Nauert got, "Kurd hertim wê wekî hevkar û pêşaniya me bimînin."

01.11.2017, Çar - 06:02

Amerîka: Kurd, hevkarê me yê girîng û pêşanî ne!
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, Kurd dê weke hevpeymaneke sereke û giring ê Amerîkayê bimîne. Nauert got, Pêşmerge hêzeke qehreman e û Amerîka ti demi helwesta xwe li hember pêşmergeyên Kurd naguhere.

Heather Nauert derbarê Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge de jî tekez kir: “Me rêzeke mezin bo qehremanî û mêrxasiya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de heye. Di vê bareyê de helwesta me ti demî nehatiye guhertin û em wan weke hêzeke bi bandor dibînin.”

Berdevamiya axaftina xwe de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê bi terorîst naskirina serkirdeyê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û fermandeyên din ên Heşda Şeibî de got, ku ew naxwaze li ser vê mijarê biaxive û destnîşan kir: “Niha fokusa me li ser wê ye ku Kurd û Iraqî dest bi gotûbêjê bikin, min ew kesê ku hûn dinasin, Ebû Mehdî Muhendis, yek ji wan kesan e ku ji sala 2009ê ve di lîsta terorê de ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1081 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:13:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x