Amerîka, Kurdên ku Reqqayê de jiyana xwe ji dest dane daxûyand
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji rêxistina terorîst a DAIŞ'ê de leşkerek Amerîkî û bêtirî 600 şervanên Kurd jiyana xwe ji dest dane.
Mattis li Senatoya Amerîkayê axivî û diyar kir ku ev îstatîstîk dide nîşandan ku Amerîka operasyona bejahî dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê pêk neaniye, li şûna vê piştgirî daye hêzên herêmî.
Her wiha beriya niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk tê eşkere kiribû ku tevahiya bajarê Reqayê ji milîtanên DAIŞê rizgar kirine.
sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1758 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:46:35