Amerîka piştevaniya birêveçûna hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê dike

Amerîka piştevaniya xwe ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê di nêzîktirîn dem de tekez dike.

22.02.2024, Per - 06:29

Amerîka piştevaniya birêveçûna hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Em piştevaniyê dikin ku hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem bên kirin”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere jî kir, “Waşinton haydarî biryara Dadgeha Federal a di derheqa hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê de ye û dê bi hûrî li ser wê biryarê rabiweste”.

Matthew Miller amaje jî da, “Amerîka amade ye bergiriyê ji hêz û berjewendiyên xwe yên li Îraq û deverê bike”.

Dadgeha Bala ya Federalî ya Îraqê îro (Çarşem, 21.02.2024) ji bo yekalîkirina wan skalayan civiya, yên ku li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine tomarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:55:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x