Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê

Amerîkayê ji bo welatiyên xwe yên ku li Tirkiyeyê dijîn hişyariyek belav kir.

18.11.2023, Cts - 07:58

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê
Nuçe Belav bike

Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê roja înê ji bo welatiyên Amerîkî yên ku li Tirkiyeyê dijîn hişyariyeke ewlehiyê belav kir.

Ev demek e ji ber êrişên Îsraîlê yên ser Xezeyê li Tirkiye û hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê boykot li dijî Îsraîlê û çend markayên Amerîkayê tên ragihandin.

Herwiha hejmarek kes êrişî cihên beşek ji wan markayan dikin.

Balyozxaneya Amerîkayê amaje bi wan êriş û bangewaziyên boykotan da û got:

“Dibe ku xwepêşandanên armanca wan aştiyane ye veguherin tundûtûjiyê. Ji ber zêdebûna çalakiyên li dijî Amarîkayê hişyarî ji bo personelên Amerîkayê yên li Tirkiyê hatiye dayîn ku bi asteke herî kêm beşdarî çalakiyên giştî bibin û ew cilên ku li ser wan sembol û logoyên Amerîkayê hene li xwe nekin.

Herwiha zêde balê nekşînin ser netewaya xwe û serdana konsolxaneya Edeneyê ya li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê nekin.”

Di daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin ku konsulxaneyên Amerîkayê yên li Îzmîr û Edeneyê jî bi awayekî demkî hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x