Amerîkayê li dijî Îranê biryarek nû derxist

Wezareta Karûbarên Xezînedariyê ya Amerîkayê (Wezareta Darayî) îro înê aşkere kir, ku têkildarî ceribandina mûşekî ya herî dawîn a Îranê, 25 kesayetên heqîqî û hiqûqî yên îranî li ser lîsteya xwe ya dorpêçê zêde kiriye.

03.02.2017, Cum - 17:29

 Amerîkayê li dijî Îranê biryarek nû derxist
Nuçe Belav bike

Amerîkayê piştî ceribandina mûşeka balistîk a ji aliyê Îranê ve, li dijî Tehranê biryareke nû da.

Wezareta Karûbarên Xezînedariyê ya Amerîkayê (Wezareta Darayî) îro înê aşkere kir, ku têkildarî ceribandina mûşekî ya herî dawîn a Îranê, 25 kesayetên heqîqî û hiqûqî yên îranî li ser lîsteya xwe ya dorpêçê zêde kiriye.

Li gorî nûçeya Ajnasa Reutersê, di lîsteya nû ya cezayên li dijî Îranê de, Amerîkayê biryar daye 13 kesayetên heqîqî û 12 kesayetên hiqûqî (şîrket) tevli lîsteya cezayên li dijî Îranê bike.

Reutersê ragihandiye, beşek ji şîrketên di lîsteya nû ya li dijî Îranê de, li Îmaratê, Lubnan û Çînê çalakiyan dikin.

Amerîkayê ragihandibû, ku Îranê roja yekşemiya vê heftiyê 29ê Çileya 2017ê mûşekek balistîk ceribandiye û dabû xuyakirin, ku Îranê rêkevtina atomî ya li gel welatên 5+1 û herwiha biryarnameya 2231 a Encumena Asayişa Navdewletî binpê kiriye.

Îranê ceribandina mûşekî piştrats kir

Piştî bertek û hişyariyên çend berpirsên Amerîkayê, roja çarşemiyê Wezîrê Berevaniya Îranê Hisên Dêhqan piştrast kir, ku wan herî dawîn roja yekşemiyê li parêzgeha Simnan a wî welatî mûşekek balistîk ceribandiye.

Hisên Dêhqan gotibû, ku bernameya mûşekî ya Îranê û pêşxistina wê mafê rewa yê Tehranê ye û di çarçoveya plana bergiriya wî wekatî de ye.

Dêhqan red kiribû, ku bernameya mûşekî ya Îranê di çarçoveya rêkevtina atomî yan biryarnameya 2231 a Encumena Asayişa Navdewletî de be.

Trump: Îran bi agir dilîze

Ew cezayên nû yên Amerîkayê yên li dijî Îranê di demekê de ne, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro jî li hember ceribandina mûşeka balistîk ji aliyê Îranê ve li ser bertekên xwe yên li dijî Îranê berdewam bû.

Trump îro cardin hişyarî da Îranê û ragihand: “Îran bi agir dilîze”.

Turmp di peyameke twîterî de nivîsand: “Îran agahdar nîne, ku serok Obama çi qas bi wan re dilovan bûye, ez ne wisa me”.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pênşemiyê jî di peyameke twîterî de ragihandibû: “Me bi fermî hişyarî daye Îranê, divê Îran spasdar be, ku Amerîka ew rêkevtina xirab pê re îmza kiriye”.

Mebesta Trump, îmzakirina rêkevtina welatên 5+1 û Îranê li ser bernameya atomî ya Tehranê ye, ku sala bihorî piştî danûstaninên berfireh her du alî gihîştin rêkevtinekê. Li gorî wê rêkevtinê, bernameya atomî ya Îranê hat sînordarkirin û beşek ji dorpêçên ser Îranê hatin rakirin.

Spicer: Ceribandina mûşekî li dijî Amerîkayê ye

Herwiha duh Berdevkê Koşka Spî ya Amerîkayê Sean Spicer duh pênşemiyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ceribadina mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve bo dijatîkirina Amerîkayê ye.

Sean Spicer herwiha gotibû, ku divê Îran hişyarên Amerîkayê bi ciddî werbigre û tekez kiribû, ku reftarên Îranê bê bersiv namîne.

Flyyn: Îran îstqrara herêmê têk dide

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Michael Flynn jî roja çarşemiyê ragihandibû, ceribandina mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve bi taybet di van demên dawiyê de, binpêkirina biryarên Encumena Asayişa Netewên Yekgirtî û li dijî Amerîkayê û hevpeymanên wê ye.

Flyyn da xuyakirin, karên vê dawiyê yên Îranê, weke ceribandina mûşekeke balistîk û êrişkirina ser gemiyeke Erebistana Siûdiyê ji aliyê çekdarên Husî yên Yemenê ve ku Îran piştgiriya wan dike, didin nîşandan, ku Îran bi çi awayî di ne îstiqrariya herêmê de rol dibîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x