Amerîkayê li ser êrişên xwe yên li Îraqê daxuyanî da

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got, “Em êrişên xwe yên li Îraqê yê ku grupên Şîe dikin hedef, wekî binpêkirina serweriya Îraqê nabînin.”

09.02.2024, Cum - 07:16

Amerîkayê li ser êrişên xwe yên li Îraqê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Şeva 7ê Sibatê li Bexdaya paytexta Îraqê di êrişeke dronî de 3 kes hatin kuştin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan ev êriş encam daye û di vê êrişê fermandarekî Hizbulahê hatiye kuştin.

Vedant Patel, di civîna çapemeniyê de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde yên li ser êrişên Amerîkayê bersivandin.

“Grûpên milîs berpirsyar in”

Vedant Patel li ser armanca van êrişên Amerîkayê got, “Li gorî me, grûpên milîs ên nêzîkî Îranê ji van tevgerên kêfî û bêserûber berpirsyar in.

Em bi rêya van kirinan hesab ji wan kesan dipirsin ku dixwazin xisarê bidin hêzên me û xebatkarên me.”

Vedant Patel herwiha ragihand ku ew ji bo bersivdayînê dudilî nabin û got:

“Divê ev yek neyê jibîrkirin: Em ji bo parastina gelê xwe û ji bo hesabpirsîna ji kesên ku xisarê didin hêzên me û personelên me dudiliyê nakin.

Wekî ku min got, eger êrişên milîsan bidomîn em dê jî hesêb bipirsin.

Dema ku me xwest û li cihê ku me xwest em dê bersivê bidin êrişan.”

Patel diyar kir, “Heke êriş bisekinin dê hewce nemîne ku em operasyonên asmanî bikin. Em bi temamî rêzê li serweriya Îraqê digirin.”

Vedant Patel li ser pirsa Diyar Kurde ya“Hikûmeta Îraqê dibêje ku êrişên we serweriya wan binpê dikin. Li gorî we jî wiha ye?” bi vî şiklî bersivand:

“Em bi temamî rêzê li serweriya Îraê digirin. Îraq jî van êrişên li ser Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî qebûl nake.

Armanca van operasyonên me yên hewayî hesabpirsina ji wa grûpan e ku dixwazin xisareke xedar bigihînin hêzên me.”

Çi bûbû?

7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiribû ku niha li navenda Xezeyê didome.

Li gorî Pentagonê, grûpên nêzîkî Îranê yên ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dikin, ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 170 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyên Berxwedana Îslamî ya Îraqê, ev grûp êrişên xwe bi armanca “tolhildana Xezeyê” encam didin.

Amerîka jî hinek caran bersîvê dide van êrişan û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê dike hedef.

28ê Kanûna Paşîn a 2024an jî li Urdunê di êrişeke bi dronan de sê leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 41 leşkerên wê jî birîndar bûbûn.

Amerîkayê jî wekî bersivdayînekê 2yê vê mehê êrişî grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê kiribû.

Çavkaniyên xwecihî wê demê ragihandibû ku di van êrişên Amerîkayê de tenê li Sûriyeyê 23 çekdarên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Îraqê jî dabû zanîn ku 16 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Amerîkayê her dawiyê jî şeva 7ê Sibatê li Bexdaya paytexta Îraqê êrişeke dronî kir û sê berpirsên Hizbulahê hatin kuştin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:47:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x