Amerîkayê li ser teqînên li Îranê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, “Amerîka bi ti awayî tevlî vê bûyerê nebûye.”

04.01.2024, Per - 05:44

Amerîkayê li ser teqînên li Îranê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku li eyaleta Kirmanê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî teqîn çêbûn.

Li eyaleta Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî di nav kesên ku ji bo bibîranîna Qasim Silêmanî kom bûbûn de du teqîn çêbûn.

Di wan her du teqînan de hejmara kesên canê xwe ji dest daye derket 103yan û hejmara kesên birîndar bûne 211.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamegeran da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser teqînên Kirmana Îranê çêbûne got:

“Amerîka bi ti awayî tevlî vê bûyerê nebûye. Îdiayên berovajiyê wê cihê pêkenînê ne.

Ya duyemîn jî, ti sedemeke me nîne em bawer bikin ku Îsraîlê di van teqînan de cih girtiye.”

Berdevkê Wezaretê Matthew Miller ji bo kesên di êrişan de canê xwe ji dest daye jî sersaxî xwest.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku teqînên li Kirmanê êrişên terorîstî ne.

Qasim Silêmanî di 3yê Kanûna Paşînê ya 2020an de ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:51:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x