Angelina Jolie li dijî biryara Trump sekinî

Jolie diyar kir, ciyawaziya li gor dînê mirovan, lîstina bi agir e. Herwiha eşkere kir, çewsandina lawazan ne nîşandana hêzê ye û gelek koçberên ku demek dirêj di bin lêpirsînan de ne û mexdûrê şer in.

03.02.2017, Cum - 17:38

 Angelina Jolie li dijî biryara Trump sekinî
Nuçe Belav bike

Stêrka navdar a Hollywoodê Angelina Jolie ji bo rojnameya New York Times gotarek nivîsand û rexne li siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump girt.

Angelina Jolie di gotara xwe de koçberan weke “qurbaniyên şer û jin û zarokên ku bûne armanca zaliman” bi nav dike.

Li ser biryara Donald Trump, Angelina Jolie wiha got: “Rast e ku em li ser mijara krîza koçberan a cîhanî bisekinin û li ser parastina sînorên xwe bifikirin. Divê her dewlet di navbera welatiyên xwe û birpirsyariyên navdewletî de hevsengiyekê çêbike. Lê divê biryara xwe li gor tirsên xwe nedin, li gor agahiyên rast biryar bidin.”

Herwiha Jolie bi bîr anî ku wê 6 zarokên xwe li welatên cur bi cur anîne û got: “Ez weke amerîkiyekê şanaz, hêvî dikim ku welatê me ji bo hemû zarokan bibe cihê ewle.”

Jolie diyar kir, ciyawaziya li gor dînê mirovan, lîstina bi agir e. Herwiha eşkere kir, çewsandina lawazan ne nîşandana hêzê ye û gelek koçberên ku demek dirêj di bin lêpirsînan de ne û maxdûrê şer in .

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x