Berdevkê Amerîkayî hişyarî da Îraqê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyarî da Hikûmeta Îraqê ku ji bo rawestandina êrişên li hemberî hêzên Amerîkayê gavan biavêje.

14.12.2023, Per - 12:16

Berdevkê Amerîkayî hişyarî da Îraqê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Eger Hikûmeta Îraqê tiştekî neke em dudilî nabin”

Matthew Miller li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya di heqê êrişên dawiyê yên li Îraqê û nêzîkbûna Îranê ya li hemberî êrişan de got:

“Wezîrê Karên Derve li ser vê mijarê hinek hevdîtin kirin. Bi Serokwezîrê Îraqê re hevdîtineke rûbirû jî kir.

Em pêşbînî dikin Îraq li hemberî wan grûpên ku êrişî hêzên Amerîkayê dikin gavan biavêje.

Eger Hikûmeta Îraqê tiştekî neke em dê ji bo parastina karmend û leşkerên xwe yên li Îraqê beyî ti dudiliyekê gavên pêwîst biavêjin.”

“Em pêşbînî dikin Îraq gavên eşkere biavêje”

Diyar Kurde bi bîr anî, “Grûpên ku êrişî hêzên Amerîkayê dikin beşek in ji Heşda Şebiyê û Heşda Şebiyê îsal ji budceya Îraqê 2,7 milyar dolar wergirtine.”

Kurde piştî vê têbîniya xwe ji Matthew Miller pirsî, “Gelo we ji Îraqê xwestiye ku alîkariyên darayî yên van grûpan bibire?”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller pirsa Diyar Kurde bi vî awayî bersivand:

“Ez careke din behsa guftûgoyên me yên dîplomatîk ên taybet nakin.

Me bi avayekî zelal ragihandiye ku em pêşbînî dikin Îraq ji bo rawestandina wan grûpan gavên eşkere biavêje.”

Li aliyê din, Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder gotibû, “Eger metirsî li ser hêzên me çêbibe em ji bo bersivdayînê dudilî nabin.”

8ê Kanûna Pêşînê bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê da zanîn, "Êriş milîsên Îranî nîşan dide ku li Îraqê bi awayekî azad tevdigerin.”

Piştî vê êrişê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û destnîşan kir ku “Îraq ji parastina hêzên wan berpirsiyar e.”

Li aliyê din, Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder amaje bi hebûna van hêzan kir û got, “Ev grûp dixwazin rewşa Rojhilata Navînê ji xwe re bikin firset.”

Pentagonê serê vê mehê ragihand ku grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 78 caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x