Berdevkê Pentagonê: Em ji bo bersivdayînê dudilî nabin

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, “Eger metirsî li ser hêzên me çêbibe em ji bo bersivdayînê dudilî nabin.”

13.12.2023, Çar - 13:21

Berdevkê Pentagonê: Em ji bo bersivdayînê dudilî nabin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder da zanîn ku li Îraqê erkê wan yê sereke têkoşîna bi DAIŞê re ye.

“Îraq hevkareke girîng a Amerîkayê ye”

Patrick S. Ryder li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya di heqê êrişên dawiyê yên li Îraqê de got:

“Îraq hevkareke girîng a Amerîkayê ye. Hêzên me li wê derê hene û bi xwesteka Îraqê ji bo nehiştina DAIŞê li wir dimînin. Bala me li ser vê yekê ye.

Ji bo rûbirûbûna metirsiyan piştgiriya Îraqê ji bo me girîng e.

“Em ji bo bersivdayînê dudilî nabin”

Dê pêwendî û hevahengiya me ya bi Îraqê re berdewam bike lê eger metirsî li ser hêzên me çêbibe em ji bo bersivdayînê dudilî nabin. ”

8ê Kanûna Pêşînê bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê da zanîn, "Êriş milîsên Îranî nîşan dide ku li Îraqê bi awayekî azad tevdigerin.”

Piştî vê êrişê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û destnîşan kir ku “Îraq ji parastina hêzên wan berpirsiyar e.”

Li aliyê din, Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder amaje bi hebûna van hêzan kir got, “Ev grûp dixwazin rewşa Rojhilata Navînê ji xwe re bikin firset.”

“Em naxwazin DAIŞ careke din vegere”

Patrick S. Ryder herwiha metirsiya vegera DAIŞê bi bîr anî û got:

“Em naxwazin DAIŞ careke din vegere. Ji bo ku ev yek rû nede em dê hem bi Îraqê hem jî bi aliyên din re ji nêzîk ve bixebitin.”

Pentagonê serê vê mehê ragihand ku grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 78 caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:31:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x