Biden li Koşka Spî ahenga Newrozê li dar xist

Serokê Amerîkayê di şahiya Newrozê de pêşwaziya hijmareke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên Îranê kir û got "Pîrozbahiyên Newrozê li seranserî cîhanê ji aliyê milyonan kesan ve tê pîrozkirin û li hinek deverên cîhanê pîrozbahî tên lidarxistin û di nav wan de Hewlêr, gelek ji wan deveran bû ku min derfet dît ku ez serdana wan bikim.”

21.03.2023, Sal - 07:03

Biden li Koşka Spî ahenga Newrozê li dar xist
Nuçe Belav bike

Dı 20ê Adara 2023an de Serokê Amerîkayê Joe Biden li Salona Rojhilat a Qesra Spî şîva Newrozê li dar xist û got “Cejna Newrozê di dîrokê de ji aliyê gelên herêmê ve li Faris û her wiha li herêmên din ên bajarên Kabul, Hewlêr û Bakûyê hatiye pîrozkirin” li gorî gotina wî ku derfeta wî hebûye ku serdana wan deran bike.

Ji biliî Joe Biden û hevjîna wî Jill di merasimê de amade bûn û her duyan tekez li ser piştevaniya Amerîka bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û cezakirina berpirsên Îranê yên di wan êrîşan de kirin.

Her sal Newroz di hundirê Koşka Spî de tê pîrozkirin, lê Biden got ku tu sal ji îsal mezintir û qerebalixtir nebûye.

Bîden got "Sala nû ya Newrozê bi taybetî ji bo kesên ku di rojeke tarî re derbas dibin tê wateya hêviyê. Em zanin ku Newroza îsal wê di demeke zehmet de ji bo hejmareke zêde malbatan tê, hêviya wan niha ji her demê bêhtir e û ji bo jinên li Îranê ji bo mafên mirovan û azadiya bingehîn têdikoşin, hêvî dikin."

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe de tekez li ser piştevaniya xwe bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û diblje “Dewletên Yekbûyî li gel jinên wêrek û hemwelatiyên Îranê radiweste ku bi baweriya min îlhama cîhanê dane wan. Li gel hevkarên xwe emê cezakirina berpirsên Îranê ji ber êrişa li ser welatiyên wan berdewam bikin.”

Di merasima Koşka Spî de hejmarek ji kesayetiyên kurd hatin vexwendin, ji wan derhênerê navdarê sînemayê yê kurd Behmen Qubadî û nûnera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Washingtonê Sînem Mihemed.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x