Blinken: Em ji bo derxistina Îranê ji Neteweyên Yekbûyî dixebitin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, ew kar dikin ku Îranê ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî yên mafên jinan derbixin. Wî bang li Îranê kir ku "tavilê zextên xwe" yên li dijî xwepêşanderan rawestîne.

25.11.2022, Cum - 05:41

Blinken: Em ji bo derxistina Îranê ji Neteweyên Yekbûyî dixebitin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de got, “Hikûmeta Îranê bi zext û zordariyê bersivê dide xwepêşanderan û cezaya bidarvekirinê li xwepêşanderên aştiyane dibire.”

Blinken di daxûyaniyekê de amaje bi Encûmena Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir ku îro li Cenevê di civîna xwe de behsa “xirabbûna rewşa mafên mirovan li Îranê” kir û bal kişand ser reftara rayedarên Îranê bi xwepêşanderan û “zext û tundiya li dijî keç û jinan”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, Îran cezaya bidarvekirinê dide xwepêşanderên aştiyane û bang li Îranê jî dike ku tavilê dawî li vê “tepisandinê bîne û tundiya li ser keç û jinan rawestîne.”

Blinken diyar kir ku Encûmena Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dê bala civaka navneteweyî bikşîne ser krîza mafên mirovan li Îranê, lêkolînê li ser wê bike û mekanîzmayeke berpirsiyariyê ji bo destnîşankirin û belgekirina kesên ku di tepeserkirina xwepêşanderan de cih digirin, saz bike.

Blinken her wiha anî ziman, “Girîng e civaka navneteweyî bi hev re bixebite da ku piştrast bike rola Îranê di Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî yên din ên ku di parastina mafên mirovan bi taybetî jinan de cih digirin, tunebe.”

Civîna roja Pêncşemê ya Encûmena Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Almanyayê hat lidarxistin ku ji aliyê zêdetirî 50 welatan ve hat piştgirîkirin û daxwaza lêkolîneke serbixwe û navdewletî derbarê binpêkirinên Tehranê hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x