Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê şirîkekî nêzîk ê û Amerîka eşkere êrişên Îranê şermezar dike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.
Piştî hevdîtinê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken wêneyê hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li ser tora civakî parve kir û dupat kir ku ew êrişên Îranê yên li Hewlêrê şermezar dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di peyama xwe de got:
“Piştî êrişa Îranê ya doh a li Herêma Kurdistanê, îro li Davosê me bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê şirîkekî nêzîk e û Amerîka eşkere êrişên Îranê şermezar dike.”
Ofîsa Serokwezîrtiyê doh derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî û Antony Blinken daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê hat gotin, Blinken diyar kir ku Amerîka û Serokê Amerîkayê Joe Biden êrişên li Herêma Kurdistanê wek metirsiyeke cidî dibînin û ji bo ewlehî û îstiqrara herêmê were dê hewlên pêwîst bidin.
Çi bûbû?
Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.
Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.
Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.
Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.
Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.
Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.
Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.
Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.