Blinken û Nadiya Murad civiyan

Werzîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî û Çalakvana Kurd a Êzidî Nadiya Murad civiyan.

06.03.2024, Çar - 11:41

Blinken û Nadiya Murad civiyan
Nuçe Belav bike

Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina xwe ya bi Çalakvana Kurd a Êzidî Nadiya Muradê re daxuyanî da.

Werzîrê Karên Derve yê Amerîkayê got:

“Min bi Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvana mafê mirovan a Êzidî Nadiya Muradê re hevdîtin kir.

Min piştgiriya me ya berdewam ji bo dadperwerî û başbûna Êzidiyan û kesên ku li Sûriye û Îraqê ji qirkirinê rizgar bûne dubare kir.”

DAIŞ piştî dagirkirina Mûsilê, 3yê Tebaxa 2014an ket Şingalê û Kurdên Êzidî qetil kirin.

Di encama êrişan de zêdeyî 6 hezar û 400 jinên Êzidî ketin destên DAIŞê.

Zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî koçberî Herêma Kurdistanê bûn.

Herwiha bi qasî 100 hezar Êzidî jî derketin ji derveyî welat.

Bi alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî zêdeyî 3 hezar jinan hatin vegerandin lê çarenûsa 3 hezar û 400 jinî ne diyar e.

Nadiya Murad kî ye?

- Keçeke Kurd a Êzidî ye

- Çalakvana mafên mirovan e

- Sala 1993yan li Şingalê li gundê Koço ji dayîk bûye

- Sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hat revandin

- Sê meham di bin destê DAIŞê de bû

- Sala 2015an di çarçoveya programa koçberan de çû Almanyayê

- Kanûna Pêşîna 2015an li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkêş kir

- Îlona sala 2016an bû Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî

- Sala 2016an Parlementoya Ewropayê hêjayî Xelata Saxarovê dît

- Sala 2018an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:49:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x