Bob Menendez: Ez rê nadim balefirên F-16 bo Tirkiyê bên şandin

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongrêsa Amerîkayê Bob Menendez derbarê firotina balefirên F-16 bi Tirkiyê daxuyaniyeke nû da û gef jî li Tirkiyeyê xwarin.

21.12.2022, Çar - 14:05

Bob Menendez: Ez rê nadim balefirên F-16 bo Tirkiyê bên şandin
Nuçe Belav bike

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongrêsa Amerîkayê Bob Mendenez diyar kiriye ku, Erdogan ji ber rewşa navxweyî ya Tirkiyê û herwiha ji ber hilbijartinan, siyaseta derve ya Tirkiyê xistiye nava bazineyeke teng û dest bi bikaranîna gef û tûndiyê li dijî xelkê sivîl kiriye, beriya çend rojan gef li Atînayê kiriye ku, xelkê medenî têde dijî, ev yek li gor qanûn û rêkeftinên navnetewî tawane û lazime pêşiya Tirkiyê were girtin.

Mendenez herwiha eşkere kir ku, heta siyaseta Tirkiyê wisa be, ev weke Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongrêsê rê nade hikûmeta Amerîkayê ku, çekan bi taybetî balefirên F-16 bifiroşe Tirkiyê.

Navborî behs vê yekê kiriye ku, Erdogan ji ber hilbijartinên 2023yê û ji bo ku, dîsa were hilbijartin zêdetir dîktator dibe û bi wî rengî dixwaze dengên neteweperestan bidest bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x