Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê Brett McGurkî ragihand ku bi dilxweşî pêşwaziya destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dikin.
McGurkî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, bi xweşî pêşwaziya bangên diyalogê yên Bexda û Hewlêrê dikin daku hemû kêşeyên mayî li gorî destûrê çareser bikin.
Duh Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî civiyabû. Di civînê de mijarên dawî hatibûn nirxandin û hatibû ragihandin ku \"Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevkarî û tifaqê de em amade ne bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwiha em ji raya giştî ya navnetewî jî daxwaz dikin ku di dema diyalog û muzakereyan de navbeynkariya me bikin.\"