CENTCOM: Me di Çile de 11 çekdarên DAIŞê kuştin

Fermandehiya Navendî ya hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku meha borî 43 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê encam dane û 11 çekdarên DAIŞê kuştine.

03.02.2023, Cum - 13:58

CENTCOM: Me di Çile de 11 çekdarên DAIŞê kuştin
Nuçe Belav bike

Fermandehiya Navendî ya hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan weke beşek ji hevpeymaniya navdewletî meha borî bi dehan operasyon li Iraq û Sûriyê encam dane û di encamê de 11 çekdar hatine kuştin û 227 çekdarên din jî hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Di tevahiya Kanûna 2023an de, hêzên hevpeymaniya navdewletî a bi serokatiya Amerîka û hêzên hevbeş 43 operasyon li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîne. Di van operasyonan de ziyan gihandiye DAIŞê û hejmarek ji çekdarên wan hatine kuştin.”

CENTCOM herwiha dibêje, 9 çekdarên DAIŞê li Iraqê û 2 çekdar jî li Sûriyê hatine kuştin, 29 li Iraqê û 198 li Sûriyê hatine girtin.

Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê dibêje, di operasyoneke xwe ya li Sûriyê de, hêzên wan karîne Emîrekê DAIŞê li Reqayê ligel çend berpirsên din ên DAIŞê ji nav bibin.

Di daxuyaniya xwe de CENTCOM pesnê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hevbeşên xwe yên li Iraqê dide û tekezî li ser hewldanên bo nehîştina DAIŞê dike û dibêje: “Hewldanên me yên ji bo tunekirina DAIŞê berdewam dikin. DAIŞ ne tenê li ser Iraq û Sûriyê, belku li ser ewlehî û aramiya navçeyê jî gef e, ji ber wê jî divê em li kêleka hevkarên xwe şerê DAIŞê bikin.”

Bi gotina CENTCOMê, di encama wan operasyonên ku li Iraq û Sûriyê hatine kirin, ti serbazekî Amerîkî zirar nedîtiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:36:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x