CENTCOM: Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne

Rayedarên amerîkî li ser pirsa vekişîna ji Minbicê ku bi Tirkiyeyê re hevdîtin li ser hatine kirin, dubare ragihandin ku ti niyeteke Amerîkayê ya vekişîna ji Minbicê nîne.

23.03.2018, Cum - 06:37

CENTCOM: Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne
Nuçe Belav bike

Fermandariya Hêzên Navendî (Centcom) a Amerîkayê û Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pirsan heman daxuyanî dan û gotin, "Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne."

Berdevkê CENTCOMê Adrian Rankine Gallowey li ser pirsa Minbicê ev bersiv da: "Hêzên hevpeymaniyê niha Minbicê ne. Wek herêmên din ên ji DAIŞê hatine rizgarkirin, hevpeymanî ji bo îstiqrarê piştgiriyê dide hêzên herêmî û konseya sivîl a herêma Minbicê. Ji ber ewlekariya operasyonel em agahiyên zêdetir nadin."

Berdevka Wezareta Derve Heather Nauertê jî bersiva heman pirsê wiha da: "Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne, lê ji vê û pê de divê hûn ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê vê pirsê bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 987 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:33:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x