CENTCOMê li ser gerên hevbeş ên bi HSDê re daxuyanî da

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, “Ji ber êrîşên Tirkiyê yên li Sûriyê, gerên me yên hevbeş ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatibûn rawestandin lê niha me dîsa dest pê kiriye.”

23.12.2022, Cum - 05:34

CENTCOMê li ser gerên hevbeş ên bi HSDê re daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê Joey Bucino ji Rûdawê re ragihand, “Me bi temamî dest bi gerên xwe yên hevbeş ên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kir” ku ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser Sûriyê hatibûn rawestandin. Joey Bucino her wiha diyar kir ku kiryarên serbazî yên Tirkiyê bo ser Sûriye têkşikandina DAIŞê dixe metirsiyê.

Berdevkê CENTCOMê ragihand, ew hewl didin êrîşên Tirkiyê yên li ser HSDê li Rojavayê Kurdistanê rawestînin û anî ziman, “Berpirsiyariya danûstandinan di destê Fermandariya Ewropayê de ye û CENTCOM di wan danûstandinan de ne beşdar e.”

Berdevkê CENTCOMê her wiha anî ziman, “Wek General Kurîla got, DAIŞ metirsiyeke herêmî ye û her tevgereke leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê dê armanca têkbirina DAIŞê bixe xeterê.”

Berdevkê Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê Joey Bucino ragihand, ji bo rûbirûbûna gefên ewlehiyê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, ew hemahengiyê bi Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqê re dikin û got, “Erka me li Iraqê tenê şêwirmendî, alîkarî û bihêzkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:48:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x