CENTCOMê rapora DAIŞê ya meha Gulanê belav kir

CENTCOMê ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê, li Iraqê û Sûriyê di meha Gulanê de 38 operasyon li dijî DAIŞê encam dane û di operasyonan de 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û zêdetirî 30 çekdaran jî hatine desteserkirin.

07.06.2023, Çar - 13:13

CENTCOMê rapora DAIŞê ya meha Gulanê belav kir
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) rapora xwe ya mehane ya operasyonên li dijî DAIŞê belav kir. Li gorî vê yekê, di encama operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi hevpeymanên Iraqî û Sûriyê re, 8 endamên DAIŞê hatin kuştin û 31 endamên DAIŞê jî hatine desteserkirin.

Fermandarê Hêza Hevbeş Matthew McFarlane daxuyaniyek da û got, “Hêzên me yên hevbeş berdewam in li ser nîşandana şiyana berdewamkirina têkdana DAIŞê. Hevpeymanî pabend e ku alîkariya hevkaran bike ku fişara li ser DAIŞê berdewam bikin û rê li ber wan bigirin ku ji nû ve tor yan jî hewleke leşkerî ya bi bandor bidin destpêkirin, lewma em şêwirmendî, alîkarî û pêşkêşkirina derfetan didomînin.”

Di 21 operasyonên hevbeş ên li Iraqê hatin lidarxistin de 11 endamên DAIŞê hatin girtin û 6 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin. Li Sûriyê di 17 operasyonan de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 20 jî hatin girtin.

Fermandarê CENTCOM General Michael Erik Kurilla jî anî ziman, “Tevî şiyanên xwe yên kêmkirî jî, DAIŞ ji bo herêmê xetereke girîng e. CENTCOM bi hevkarên xwe re bi erka şikestina mayînde ya DAIŞê ve girêdayî ye.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di şerê li dijî DAIŞê de şêwirmendiyê dike û alîkariyên asmanî dide Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). HSDê heta niha bi koordîneya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê çend operasyon li dar xistine.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel duh bersiva pirsa Nûçegîhanê Rûdawê Diyar Kurde ya li ser vê mijarê da û got, “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê serpereştiya şer dikin. Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya wan dikin da ku têkçûna DAIŞê ya heta hetayî misoger bikin. Iraq, Amerîka û hevkarên me yên hevpeymaniyê bi milyonan Iraqî ji êrîşên DAIŞê rizgar kirin.”

DAIŞê di sala 2014an de dest bi kontrolkirina beşeke Sûriye û Iraqê kiribû lê piştî 5 salan hat şikandin. Tevî ku rêxistin ti herêmeke kontrol nake jî, ew hem li Sûriye û hem jî li Iraqê di revandina xelkê, êrîş û bombebarankirinê de berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:33:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x