Çeteyan bi ser welêt de girt, rewşa awarte hat ragihandin!

Li Ekvadorê piştî ku serokekî çeteyan ji girtîgehê reviya welat tevlihev bû û rewşa awarte har ragihandin.

10.01.2024, Çar - 07:24

Çeteyan bi ser welêt de girt, rewşa awarte hat ragihandin!
Nuçe Belav bike

Li Ekvadorê piştî ku serokekî çeteyan ji girtîgehê reviya welat tevlihev bû û rewşa awarte har ragihandin.

Adolfo Macias Villamarê seroke grûpa çeteyan a Los Chonerosê yekşemê ji girtîgehê reviya.

Serokê Dewletê Daniel Noboa piştî revîna Adolfo Macias Villamar rewşa awarte ragihand.

Herwiha bi beşdarbûna sê hezar endamên ewlehiyê li dijî çeteyan operasyoneke berfireh dest pê kir.

Piştî vê biryarê û destpêkirina operasyonê çete daketin kolanan.

Çeteyan bi ser zanîngehekê û televîzyonekê de girt û gelek kes dîl girtin.

Di dîmenan de xuya dibe ku tirs û xof ketiye nava xelkê û artêşa Ekvadorê sewqî cihên tevliheviyê tê kirin.

Li aliyê din çete, polîs û gardiyanan dikujin û dîmenên kuştina wan di torên civakî de belav dikin.

Di hinek dîmenan de xuya dibe ku çete gardiyanan dadileqînin.

Çeteyan bi ser televîzyonê de girt

Çeteyan dema weşana zindî berdewam dikir bi ser televîzyonekê de girt û xebatkarên televîzyonê dîl girtin.

Çeteyên bi rûpoş dînamît xist berika pêşkêşkar û tişt bi zorê pê dan gotin da ku polîs dev ji wan berdin.

Çeteyan bi ser zanîngehê de jî girt

Çeteyan xeyn ji televîzyonê bi ser zanîngehê de jî girt û gelek xwendekar dîl girtin.

Di dîmenan de xuya dibe ku xwendekaran li ber çeteyan berbest danîne.

Li aliyê din, polîsan gelek polîs jî revandin û wan agir berda otomobîlan.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Ekvadorê revandina sê polîsan piştrast kir.

Qedexe hat ragihandin

Piştî van bûyeran, li seranserê welêt qedexeya derketinê hat ragihandin.

Li gorî vê biryarê di navbera 23:00 û 05:00an de derketina derve qedexe ye.

Komara Ekvadorê li Amerîkaya Başûr e, demeke dûvdirêj e ku li wî welatî krîzeke ewlehiyê heye.

Serokê Dewletê Daniel Noboa 7ê mehê dabû zanîn ku li girtîgehên bûyerên tundiyê zêde dibin û dê rewşa awarte were ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:46:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x