Di dîroka Amerîkayê de cara yekem: Trump derket pêşberî dadger

Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump di lêpirsîna ji bo dayîna pereyê “para hişbûnê” bo stêrka pornoyê Stormy Daniels de ku rû bi rûyê girtinê maye li New Yorkê xwe radestî Dadgeha Cezayê ya Manhattanê kir.

05.04.2023, Çar - 05:53

Di dîroka Amerîkayê de cara yekem: Trump derket pêşberî dadger
Nuçe Belav bike

Piştî ku Trump hat dadgehê, ji bo guhdarîkirina tohmetên li dijî wî hat desteserkirin.

Serokê berê Donald Trump di dîroka Amerîka de bû yekem serokê berê yê ku ji ber sûcdarkirinê derket pêşberî dadgehê.

Di medyaya Amerîkayê de agahî hat dayîn ku di îdianameya der barê Trump da zêdeyî 30 sûc hene.

Hat ragihandin ku Trump di danişînê de ev sûc red kir.

Ber Dadgeha Cezayê ya Manhattanê ku Donald Trump tê de derket pêşberî dadger, rojek berê bi endamên çapemeniyê tije bû.

Di dema ku polîsan tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin qada edliyeyê bi bariyerên hesin dorpêç kirin, li qada edliyeyê jî kuçe û kolan ji trafîkê re hatin girtin.

Herwiha Serdozgerê Navçeya Manhattanê Alvin Bragg ku li dijî Trump lêpirsînê dimeşîne, danê sibê hat dadgehê. Li aliyê din hat dîtin ku endamê Meclisa Nûneran ê Komarî George Santos ketiye avahiya dadgehê.

Komên biçûk ên dijberên Trump û alîgirên wî jî li parka li ber avahiya ku ji saetên sibehê ve bi bariyerên polîsan ve ji bo wan hatiye veqetandin, cihê xwe girtin.

Dem bi dem di nav wan kesên ku pankartên piştgirî û cezakirina Trump hilgirtin de niqaşên devkî û fizîkî çêbûn.

Trump da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de ew li bendê ye ku bê girtin, berê jî tevî bangên wî yên yên ji bo protesto û piştgiriyê jî, balkêş bû ku alîgirên Trump ji 20-30 kesî derbas nebûne.

“Para hişbûnê”

Parêzerê Trump, Joe Tacopina ragihand ku Juriya Mezin a New Yorkê di çarçoveya lêpirsîna li ser dayîna 130 hezar dolarî wek “para hişbûnê” bo stêra pornoyê Stormy Daniels ku tê îdiakirin derveyî zewacê sex kirine ji bo ku Trump tawanbar bikin deng hatiye dayîn.

Stêrka pornoyê Stormy Daniels îdia kir ku wê di sala 2016an de peymanek îmze kiriye da ku 130 hezar dolar ji bo wê bê dayîn da ku li ser têkiliya xwe ya zayendî ya bi Trump re bêdeng bimîne, lê îdia kir ku ew nederbasdar e ji ber ku ji hêla Trump ve nehatiye îmzekirin.

Dema ku Trump îdiayên Daniels red kir, Michael Cohen, ku berî kampanyaya hilbijartinê ya 2016-an parêzerê Trump bû, piştrast kir ku wî li ser navê Trump 130 hezar dolar ji hesabê xwe daye Daniels.

Cohen îdia kir ku kompaniyên Trump paşê bi qasî 420 hezar dolar bonus dane Daniels.

Cohen ku di berfanbara 2018an da di çarçoveya lêpirsîna kampanyaya hilbijartinê ya Trump da bi îdiaya "derew gotin" û "bac revandin" hat binçavkirin, li dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û di Gulana 2019an da ji bo cezakirina wî şandin girtîgeha federal a Otisvilleyê.

Di wan salan de, dozgerên federal hewce nedîtin ku lêpirsînek li ser Trump bidin destpêkirin, lê Dozgeriya Herêma Manhattanê lêpirsîna ku wek “Para hişbûnê” dabû destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:17:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x