Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi telefonê axivîn.
Serokê Herêma Kurdistanê pişt re ragihand, “Me rûdanên li Îraq, Kurdistan û herêmê gotûbêj kirin.”
“Me nîqaşeke berhemdar kir”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî bi rêya hesabê xwe yê Xê got:
“Me bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî re nîqaşeke berhemdar kir.
Hevkariya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de sûdê digihîne ewlehiya li Îraqê û herêma berfirehtir.
Hevkariyên sereke yên aborî yên bi kompanyayên Amerîkayê re jî ji bo gelê Amerîka û yê Îraqê sûdmend in.”
Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
"Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Wezîr Rubio û Serok Barzanî li ser girîngiya hevkariya berdewam a ji bo bipêşvebirina aramî û geşbûnê ya li Îraq, Sûriye û herêmê bi berfirehî gotûbêj kir.
Wezîr pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo hevpeymaniya wê bi şirketên Amerîkayê re û hewldanên wê yên ji bo bikaranîna çavkaniyên navxweyî ji bo serxwebûna enerjiyê ya Îraqê.
Wezîr tekezî kir ku piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistana Îraqê dê berdewam bike û dê bibe beşeke girîng a têkiliyên Amerîka û Îraqê."