Dillon: Operasyonên leşkerî bidawî hatin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon got li Iraqê operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî yên dijî DAIŞê bidawî bûne.

01.05.2018, Sal - 08:09

Dillon: Operasyonên leşkerî bidawî hatin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li Iraqê operasyona mezin a leşkerî ya dijî DAIŞê bidawî hat.

Ryan Dillon diyar kir ku li Iraqê erka taybet a hevpeymaniya gihîşte qonaxeke nû lê armanca wan her heman tişt e.

Hêza Erkdara Hevbêş a Operasyonên bi Biryarên Xwezayî jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan ê bejayî yên li baregeha Bexdadê bi merasimeke fermî diyar kiribûn ku çalakiyên xwe bidawî anîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x