Dîplomatek Amerîkî: Niha dema serxwebûnêye...

Dîplomatkarê amerîkî Peter Woodard Galbraith, piştî cudabûna ji Yogoslovyayê weke yekemîn balyozê Amerîkayê li Kirvatyayê kar kir. Wî piraniya temenê xwe ji bo lêkolînkirin û şopandina doza kurd terxan kiriye.

11.08.2017, Cum - 10:10

Dîplomatek Amerîkî: Niha dema serxwebûnêye...
Nuçe Belav bike

Bi nêrîna Galbraith, eger kurd serbixwe nebin ti kes wan naparêze. Herwiha dibêje, kurd ti caran ji giştpirsiyê paşve gav navêjin. Ev jî hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Peter Woodard Galbraith e.

Gelo dem hatiye kurd serxwebûna xwe ragihînin?

Ev biryar di destê gelê Kurdistana Iraqê de ye. Li gorî peymanameya Neteweyên Yekgirtî, mafê wan e. bi rêya biryardana gel dikarin serxwebûnê rabigihînin. Dibe piştî giştpirsiyê pêvajoyeke danûstandinan hebe. Ji ber ku ev kar weke cihêbûna du hevjînan e. Divê pirsgirêk werin çareserkirin. Ya herî giring jî diyarkirina sînorên Kurdistanê ye. Divê derbarê çend mijarên giring de rêkeftin hebin, weke deyn û dahatên li gel Bexdayê. Paşî mijarên biçûktir yên weke mijara hemwelatîbûnê, xwedankarî û herwiha mijara boriyên petrolê.

Gelo niha ji bo giştpirsiyê demek baş e?

Min nîvê jiyana xwe bi awayek ji awayan ji Kurdistanê re terxan kiriye. min qet kurdek nedîtiye, ku bêje ez dixwazim iraqî bim û ne bin hemwelatiyeke Kurdistana serbixwe. Ev hêvî û xewna gelê Kurdistanê ye. Bi nêrîna min niha dema wê ye, Iraq têkçûye, ew welatê 2003ê hate avakirin niha nemaye. Ew welatê ku amerîkiyan dixwestin ava bikin, qet serkeftî nebû.

Lê binerin di sala 2014ê de çi çêbû; hezar terorîstan bi otomobîlên sivîl dest danîne ser duyemîn bajarê mezin ê Iraqê. Qaşo ev bajar ji aliyê 30 hezar leşkerên iraqî yên bi çekên amerîkî hatibûne arastekirin, dihate parastin. Terorîstan ew çek hildan û êrîşê Kurdistanê kirin. hikûmeta Iraqê çi kir? Qebûl nekir meaşê pêşmergeyan jî bide. Rê neda çek ji bo pêşmerge here. Ma kî dixwaze bibe perçeya dewleteke wiha?

Hinek çavdêr dibêjin, ti dewletek Kurdistana serbixwe nas nake. Eger ev yek rast be, çima Kurdistan serxwebûnê radigihîne?

Ez bawer nakim ev nêrîn rast bin. Vê dawiyê Skotlandê ji bo cihêbûna ji Brîtanyayê giştpirsî kir. Eger Skotlandiyan bigotana “erê”, dê serxebûna xwe ragihandibana. Li Brîtanyayê jî ji bo cihêbûna ji Yekîtiya Ewropayê giştpirsî hate kirin û encama wê hate qebûlkirin. Di herdu cihan de jî piştî giştpirsiyê danûstandin hatine kirin.

Xala giring ew e, ku piştî giştpirsiyê rewş tê guhertin. Rastiyekî nû ji bo Bexda û welatên cîran derdikeve. Herwiha ji bo Amerîka û hemû cîhanê jî rastiyeke nû derdikeve holê. Mirov dikare dijitiya Amerîkayê ya ji serxwebûna Kurdistanê li gel dijitiya wî ya serxwebûna Kirwatya û Slovenya berawird bike. Dema Yogoslavya parçe bû, ez yekemîn balyozê Amerîkayê bûm li Kirwatyayê kun û serbixwe bibû. Amerîka bi temamî li dijî parçebûna Yogoslavyayê bû. 9 meh piştî parçebûnê, Amerîkayê li gorî rastiyan gav avêt. Serxwebûna Kirwatya, Slovenya, Bosna û Hezegova nas kir.

Amerîka xeletiyeke mezin kir, hewl da yekparçebûna Yogoslavyayê biparêze, di demekê de yekparçemayîna vî welatî ne gengaz bû. Ez hêvî dikim Amerîka heman xeletiyê dubare neke, ji bo parastina yekparçebûna Iraqê zêdetir xwe neêşîne, ku ev yek êdî pêk nayê. Gelê Kurdistanê dê di 25ê Îlonê de deng bidin serxwebûnê. Piştî wê dê Iraq û Kurdistan bi hevre nemnînin. Ji lewra pêwîste li ser cihêbûna bi aştiyane kar bê kirin. Ji ya hemûyan jî girintir, divê rêkeftin hebe ka dê çend navçe ser bi Kurdistanê ve bin, kîjan navçe bibin parçeyê Iraqê.

Barzanî axaftineke pir avaker kir û got: “Kurdistan tenê wan navçeyan divê, ku nîştecihên wê dixwazin bibin beşek ji Kurdistanê.” Ev helwesteke bi mantiq e. Wate, Kurdistan bi anîna wan herêman ji xwe re pirsgirêkan çênake.

Tu bawer dikî, ku kurd biryara giştprisiyê hilweşînin?

Nikarin biryara giştpirsiyê biguherin. Ka bînin berçavê xwe eger serkirdeyekî kurd vê biyarê hilweşîne dê bandora wê li ser gelê kurd çi be. Bêguman bawerî bi wan namîne. Ev armancek e, ku gelek serokan, bi tevê Barzanî, hemû jiyana xwe ji bo vê yekê terxankirine. Em niha di rewşa çaverêkirina giştpirsiyê de ne, em dizanin encama wê dê çi be. Pirs ev e, ka dê paşî çi bibe?

Rexneyeke din li projeya serxwbûna Kurdistanê ew e, ku kurd ne yekgirtî ne. Goran hê jî piştgirî nade, li dijî giştpirsiyê livînek bi navê “Nexêr” dest pê kiriye. Gelo ev li pêşiya giştpirsiyê dibin asteng?

Gel deng dide, wate dibe dengê nerazîbûnê jî bide. Bi nêrîna min rêjeya dengên ne razî pir kêm e. PDK, YNK û Tevgera Goran jî piştgiriyê didin giştpirsiyê. YNK û Goran dixwazin parlamentoyê çalak bikin. Niha ji bo bêyî merc çalakkirina parlamentoyê rêkeftin heye. Demokrasî wiha ye. Eger gel dengê na bide, ev mafê wan e. Bi nêrîna min Kurdistan ji wan welatên din ên dixwestin serxwebûna xwe rabigîhînin, zêdetir yekgirtî ye. Dema Amerîkayê di sala 1776ê de serxwebûna xwe ragihand, tenê yek li ser sêyê gel li gel serxwebûnê bûn. Beşek ji wan dixwestin li gel Brîtanyayê bimînin û beşek jî bê alî bûn. Li Kurdistanê jî ewên dixwazin li gel Iraqê bimînin, kêm in.

Te di van demên dawiyê de got, ya metirsîdar ew e, ku kurd weke beşeke Iraqê bimînin. Dikarî wateya vê gotinê eşkere bikî?

Mayîna li gel Iraqê tê wê wateyê ku kurd herdem bibin parçeya dewletekî ne çalak. Iraq li ser nakokiyên mezhebî hatiye damezrandin. Nakokiyên şîe û sûnniyan xwedî dîrokeke jenosîdê ye. Fermanrewayî tenê ji bo pêkhateyekî kar dikin, ku ew jî şîe ne. Di cîhanê de hevpeymanê herî nêzîk ê Iraqê, Îran e. Di demekê de hevpeymanê hikûmeta Hewlêrê Amerîka ye. nêrîna Amerîka û Iraqê ya li ser şerê Sûriyê ji hev cuda ye. Xala giring ew e, ku eger kurd serxwebûna ranegihînin û weke beşekê Iraqê bimînin, kes nîne bikare wan biparêze.

Li Kuweytê binerin; Dema di sala 1990ê de Saddam Kuweyt dagir kir, cîhanê berevaniya Kuweytê kir. Lê dema Saddam li dijî kurdan çekên kîmyewî bikaranî, deng ji cîhanê derneket. Di heman demê de rêveberiya Ronald Reagan nedixwest hevkariyên bo Iraqê werin birîn. Wate, eger kurd bibin parçeyê welatekî din, ti welat nikarin wan biparêzin, lê eger serbixwe bin dê werin parastin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:18:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x