Endamê Kongereyê: Divê ew hêza Kurdan hebe ku karibin xwe biparêzin

Endamê Kongereya Amerîkayê Chris Smith got, divê ew şiyana Herêma Kurdistanê hebe ku xwe ji ber êrişan biparêze.

31.01.2024, Çar - 06:03

Endamê Kongereyê: Divê ew hêza Kurdan hebe ku karibin xwe biparêzin
Nuçe Belav bike

Chris Smith herwiha destnîşan kir ku divê îdareya Joe Biden sîstema dijîmûşek bide Herêma Kurdistanê.

Chris Smith ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got, “Divê ew hêza Kurdan hebe ku karibin xwe biparêzin.”

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

“Kêfa Îraniyan ji Kurdan re naye”

Chris Smith li ser vê êrişê ji Rûdawê re wiha axivî:

“Ev êriş gef bû, Îran îdia dike ku wan êrişî Mossadê kiriye lê ez ji ti tiştê ku ew dibêjin bawer nakin.

Kêfa Îraniyan ji Kurdan re nayê.”

“Hêvîdar im îdareya Joe Bide mûşekan bide Herêma Kurdistanê”

Endamê Kongreyê Smith diyar kir, ew piştigriyê dide ku Amerîka sîstema dijîmûşek bide Herêma Kurdistanê û anî ziman:

“Hêvîdar im îdareya Joe Bide vê yekê bike, mûşek li her dera wê axê dikevin xwarê.”

Li gorî yasaya budceya parastinê ya sala 2024an, Pantagon dê sîstema parastinê ya asmanî bide Îraq û Herêma Kurdistanê da ku karibin xwe biparêzin.

Amerîka ji sala 2014an ve pêşengiya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê dike.

Sala 2017an li Îraqê û sala 2019an jî li Sûriyeyê têkçûna DAIŞê hat ragihandin.

Ji sala 2021ê ve jî erkê hêzên Amerîkayê yê şêrkirinê nemaye û ew perwerdeyê didin hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmergeyan.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), li Îraq û Herêma Kurdistanê du hezar 500, li Sûriye û Rojava Kurdistanê jî 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x