Enstîtuya Amerîkî ya bi navê “Brookings” dibêje, Amerîka ji bo ku pilanên xwe li Iraqê bi ser bixe divê piştevaniya Kurdan bike.
Enstîtuya Brookings, raportek li ser rewşa Iraqê û pêwendiyên Amerîka bi hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê re belav kiriye.
Di raportê de hatiye gotin ku piştî referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Amerîka piştevaniya siyaseta Bexdayê li hember Kurdistanê kir da ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hejmoniya Îranê li Iraqê kêm bike.
Li gorî raporta Enstîtuya Brookings, Ebadî nikare tevahiya hêviyên Amerîka bicîh bîne ji ber ku pêgeha Ebadî di nav iraqiyan de zêde bihêz nîne ji ber wê jî Amerîka aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê bikar tîne da ku hilbijartinên bê yên Iraqê de alîgirên Ebadî zêde bike û pêgeha wî bihêz bike.
Di raporta wê enstîtuya Amerîkî de hatiye ragihandin ku Iraq di bin hejmoniya wan milîsan de ye yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin, du komên Heşda Şeibî yekser girêdayî Îranê ne û bi ser hemû Heşda Şeibî de jî hakim in. Ew du kom, yek Bedir ye ya din jî Hizbullaha Iraqê ye. Ew ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine avakirin. Hizbullah di lîsteya terorê ya Amerîka de ye jî.
Li gorî vekolîna Brookingsê, di nav Heşda Şeibî de tenê koma “Seraya Selam”, ku girêdayî Muqteda Sedir e, li dijî Îranê ye ew jî dijminên Amerîka ne ji ber ku beriya niha li dijî hêzên Amerîkî şer kirine. Ji ber wê jî tekane hêviya Amerîka, Ebadî ye lê Ebadî jî bi tenê ye. Loma pêwîstiya Amerîka bi kurdan heye da ku pêgeha Ebadî bihêz bike li hember Îranê.
Enstîtuya Brookings daxwaz ji Amerîka dixwaze piştevaniya kurdan bike û wan di nav dewleta Iraqê de bicîh bike û para wan jî bide çimkî eger Herêma Kurdistanê tevlî hikûmeta Iraqê nebe dê milîsên nêzîkî Îranê li Iraqê bihêztir bibin.
Enstîtuya Brookings, ku navenda wê li Waşingtonê ye, di warên aborî, siyasî, siyaseta derve û geşkirina cîhanê de vekolînan dike. Brookings yek ji bi bandortirîn enstîtuyên zanistî ye li seranserî cîhanê.