Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Sûriyê de ragihand: “Krîza ku li başûrê me heye, pêwîstiya wê bi çareseriyeke giştî û mayînde ya bersiva hêviyên rewa yên xelkê bide, heye."
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Sûriyê de ragihand: “Krîza ku li başûrê me heye, pêwîstiya wê bi çareseriyeke giştî û mayînde ya bersiva hêviyên rewa yên xelkê bide heye ku her ku diçe girîngtir dibe.”
Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê di 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û got, Encûmena Asayîşê êdî temînata ewlehiya dinyayê nîne û bûye qada pevçûna stratejiyên siyasî yên 5 dewletan.
Recep Tayyip Erdogan derbarê şerê li Ukraynayê de diyar kir ji bo şer li ser bingeha parastina yekîtiya ax û serxwebûna Ukraynayê bi rêya diplomasî û diyalogê biqede dê hewldanên xwe bidomînin.
Erdogan destnîşan kir dijî yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê gefa herî mezin ew e ku hêzen li ser vî welatî hesabên wan hene bi eşkere piştgiriyê didin “rêxistinên terorê”.
Erdogan got: “Em di serî de li Iraq û Sûriyê, li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û Sahelê ji durûtiya wan aliyan bêzar bûne ku DAIŞ û rêxistinên dişibin wê weke amûr bi kar tînin.”
Herwiha bal kişand ser rojhilatê Deryaya Spî û got, "Çavê me di mafê ti kesî de nîne, em destûrê nadin ku ti kes jî mafên me tune bihesibîne."
Serokomarê Tirkiyeyê herwiha diyar kir heya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê ji binî ve neyê çareserkirin li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde çênabe û got: "Heya li gor sînorên 1967an dewleteke Filistînê ya serbixwe û erdnîgariyeke yekbûyî ava nebe, Îsraîl jî aramî û ewlehiya ku lê digere dê zehmet bibîne.”
Derbarê rageşiya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de jî Erdogan got: “Em hêvî dikin ku Ermenistan sozên ku dane bi cî bîne. Em piştgiriyê didin pêvajoya diyalogê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de lê em dibînin ku Ermenistan vê derfeta dîrokî nanirxîne."
Erdogan derbarê mijara Qerebaxê de jî got, “Êdî hatiye qebûlkirin ku qerebax axa Azerbaycanê ye. Ez geşedana neyinî ya di navbera Ermenistan-Azerbaycanê de şermezar dikim û hêvî dikim ku demildest dawî li bûyerên li herêmê bê."
Herwiha anî ziman ku nijadperestî, dijberiya biyaniyan û neyartiya dijî Îslamê li welatên pêşketî weke vîrusekê belav dibe û got: “Êdî ev nayê qebûlkirin. Hişmendiya ku li Ewropayê di bin navê azadiya fikrê de destûrê dide êrişên dijî Quranê."