FBI li mala Trump dest danî ser "belgenameyên hestyar"

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ragihand, “belgenameyên hestyar” di mala Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatine dîtin.

13.08.2022, Cts - 06:50

FBI li mala Trump dest danî ser "belgenameyên hestyar"
Nuçe Belav bike

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ragihand, “belgenameyên hestyar” di mala Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatine dîtin û dest bi ser wan de hatiye girtin.

FBI Donald Trump bi binpêkirina yasaya rûbirûbûna sîxûriyê tohmetbar dike û dibêje, belgenameyên berevaniyê yên hestyar di mala wî de hatine dîtin.

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) eşkere kir, li mala Trump dest danîne ser 33 sindoqan, ku belgenameyên gelek nepenî tê de bûn.

Çend roj berê polîsên FBI çûbûn mala Donald Trump a li eyaleta Florida û Trump gotibû, êrîş bi ser mala wî de hatiye kirin û hatiye dorpêçkirin û ji aliyê endamên FBI ve hatiye dagirkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 609 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:25:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x