Brett McGurk li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, li Waşingtonê pêşwazî li berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa kiriye û pê re behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye.
McGurk, ku Felah Mistefa wek “dostê xwe yê qedîm” bi nav kiriye, agahiyên zêde li ser naveroka hevdîtinê nedaye tenê gotiye, “Bo min Herêma Kurdistaneka bihêz û yekgirtî di çarçoveya Destûra Iraqê de girîng e.”
Ev cara yekemîn e rayedarekî pilebilind yê Herêma Kurdistanê piştî referandoma serxwebûnê diçe Amerîka.