Fermandarê Hêzên Navend a Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Sûriyeyê pêwistiya me bi leşkerên zêdetir heye.
Fermandarê CENTCOMê General Joseph Votel di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Sûriyeyê ji bo bihêzkirina şerê rêxistina terorîst a DAIŞê pêwistî bi leşkerên zêdetir heye. Dibê em hê barekî girantir bidin ser milên xwe.
Li gorî nûçeyên ku di çapameniya Amerîkayê de cih girtine Joseph Votel jî bi Wezîrê Parastinê James Mattis re serdana herêmê kir û di daxuyaniya xwe ya çapameniyê de got: \"Li Sûriyeyê ji bo leza ku li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye bidesxistin em bi endîşe ne lewma divê em hê zêdetir kedê bidinê.
Joseph Votel di berdewamiya axaftina xwe de got: \"Dibe em hê barekî girantir bigirin ser milên xwe, ev jî yek ji bijartekan e.\"
Li gorî doneyên Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) halê hazir niha derdora 500 leşkerên hêza taybet ên amerîkî li Sûriyeyê ne.