General McMaster: Armanca Îranê dabeşkirina Kurdistanê ye!

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Raymond McMaster da zanîn ku Îran dixwaze Herêma Kurdistan dabeş bike, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî ev hewldan qebûl kiriye.

26.10.2017, Per - 07:25

General McMaster: Armanca Îranê dabeşkirina Kurdistanê ye!
ABD Ulusal Güvenlik Danışmanı Herbert Raymond McMaster
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê H. R. McMaster di axaftina xwe ya televîzyona El Hurraya Erebî de got: "Li kuderê pirsgirêk, şîdet, wêranî û di nava civakê de fitne hebe tiliya Îranê têde ye."

Raymond McMaster di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li herêmê tiliya Îranê di hemû kare qirêj de heye. Li hemberî kurdan jî heman polîtîka hat meşandin. Îran pirsgirêkên navxweyî yên kurdan bi kar tîne."

McMaster di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îran pirsgirêka kurdan a navxweyî û cudatiyên wan bi ser ewlehiya Iraqê ve bi kar tîne. Tehranê piştî referandûma Kurdistanê û mirina Mam Celal Talebanî dubendiya YNKê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Bihêzbûna Îranê li herêmê ji bo Amerîkayê talûke ye."

Her wiha McMaster dibêje ku, "Welatêmê yekîtiya axa Iraqê daxwaze û daxwaz dike ku Herêma Kurdistan jî di nava Makekanûna Iraqê de bihêz bibe."

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:35:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x