Grûpên çekdar zordarî li Kurdan kiribû, Amerîkayê ceza da wan

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji ber zordarî û derbideriya ku wan anîye serê Kurdên herêma Efrînê, ceza bi ser 2 grûpên çekdar de sepand.

18.08.2023, Cum - 05:54

Grûpên çekdar zordarî li Kurdan kiribû, Amerîkayê ceza da wan
Nuçe Belav bike

Amerîkayê herwiha 3 endamên serkirdayetiya her du grûpan û kompanyaya grûpekê jî xiste lîsteya cezayan.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser grûpa Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê got:

“Xirabiya ku ji ber şerê navxwe yê bi salan e li bakurê Sûriyeyê heye girantir kiriye.

Herwiha van grûpan bi binpêkirinên cidî yên mafên mirovan ên li hemberî welatiyên xizan, başbûna rewşa herêmê asteng kiriye.”

Her du grûpên çekdar di bin sîwana Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike de tevdigerin.

“Grûpa çekdar Kurd kirine armanc û ew revandine”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku grûpa Silêman Şah li Efrînê xelkê direvîne û dest daniye ser mal û milkên wan û got:

“Grûpa çekdar şêniyên Kurdên Efrînê kirine armanc, hejmareke zêde ya wan bêzar kiriye, revandin û binpêkirinên din kirine.

Ew neçar kirine ku malên xwe biterikînin an jî di berdêla vegerandina mal û milkên wan û endamên malbatên wan de pereyên zêde xwestine.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê; serkirdeyê grûpa Silêman Şah, Mihemed Husên Casimê ku bi navê Ebû Emşe jî tê naskirin, birayê wî Welîd û kompanyaya wî Safir Auto xiste lîsteya cezayan.

“Armanc valakirina malan e ji bo Sûriyeyiyên ku ji derveyî Efrînê hatine”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê herwiha anî ziman:

“Di bin serokatiya Ebû Emşe de, endamên grûpê hatin erkdarkirin ku bi darê zorê şêniyên Kurd derxin û dest dayînine ser û mal û milkên wan.

Armanca vî karî jî valakirina malên wan e ji bo Sûriyeyiyên ku ji derveyî Efrînê hatine.

Dixwazin van kesan li malên Kurdan bi cih bikin, hinek ji wan kesan jî nêzîkî çekdarên grûpê ne.”

Wezaretê diyar kir ku Ebû Emşe ferman daye grûpê ku şêniyên resen birevîne û got:

“Ji bo berdana wan pereyan bixwaze û dest dayîne ser milkên wan daku dahata grûpê zêde bike û salane bi dehan milyon dolar bi dest bixe.”

Wezareta Xezîneyê di daxuyaniya xwe de got, “Di destê grûpê de hejmarek kesên ku revandine girtî ne û demeke dirêj hatine ragirtin.”

“Destdirêjiyê li wan dike”

Wezareta Xezîneyê diyar kir ku Firqeya Hemzeyê “ji bo pereyan xelkê direvîne û carinan jî destdirêjiyê li wan dike.”

Li gorî Wezareta Xezîneyê, kompanyaya Safir Autoyê ya Ebû Emşa ye û ji bo wî bûye çavkaniya dahatê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x