Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir û yek ji serkirdeyên giring ê Haşdî Şabî Hadî Amirî got: "Rex Tillerson li Bexdayê nayê pêşwazîkirin, weke amajeyek bi wê yekê ku ew ji serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê aciz in."
Herwiha Sekreterê Giştî yê grûpa Esayib Ehlê Heq û yek ji serkirdeyên Haşdî Şabî Qeys Xezelî jî got: "Divê Wezîrê Derve yê Amerîkayê amadekariyê vê bike ku piştî bi dawî hatina şerê DAIŞê, divê demildest û bêyî ti paşkevtinekê hêzên welatê xwe ji Iraqê vekişîne."
Daxuyaniya wan berpirs û serkirdeyên şîe û Haşdî Şabî di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdanekê gihîşte Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtin pêk anî.