Ji Amerîkayê daxuyaniya derbarê YPGê û PKKê

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price behsa giringiya rola Kurdan li Sûriyê di têkbirina DAIŞê de kir û ew wek “hevbeşên Amerîkayê yên li ser erdê” bi nav kirin, lê belê li ser pirsa gelo hûn YPG wek hevpeymanê Amerîkayê dibînin, amade nebû bersivê bide. Price herwiha PKK wek “rêxistineke terorîst” û Tirkiye wek “hevpeymanê Amerîkayê” bi nav kir û amaje bi nîgeraniyên emnî yên Tirkiyê kir û got, “Bêguman grûpên terorîst jî hene ku metirsiyê bo ser Tirkiyê çêdikin. PKK yek ji wan e.”

10.01.2023, Sal - 10:18

Ji Amerîkayê daxuyaniya derbarê YPGê û PKKê
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 9ê Çileya 2023an, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di preskonferansekê de ragihand, Kurdên li Rojavayê Kurdistanê li ser erdê beşekî giring bûn di lawazkirin, rûbirûbûn û nehiştina DAIŞê de. Ned Price amaje bi wê yekê jî kir ku Tirkiye “hevpeymanekî giring ê Amerîkayê” ye û tekez kir, ew amade ne bi Tirkiyê re bixebitin ji bo çareserkirina nîgeraniyên emnî yên wî welatî.

Ned Price amaje bi rola Kurdan û YPGê li Rojavayê Kurdistanê di têkbirina DAIŞê de kir û got, “Hevbeşên me yên Kurd li ser erdê beşekî girîng bûn di wê operasyonê de ku min amaje pê da bo lawazkirin, rûbirûbûn û di dawî de nehiştina DAIŞê.”

Li ser pirsa, gelo Kurdên Sûriyê yên nav YPGê hevpeymanên we ne, yan terorîstin wek Tirkiye dibêje, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, nayê înkarkirin ku Tirkiye rûbirûyê jîngeheke aloz a emnî dibe. Tirkiyê ji hemû hevpeymanên din ên NATOyê zêdetir xwe li ber êrîşên terorîstî girtiye.

Ned Price got, Amerîka dixwaze ligel Tirkiyê kar bike ji bo çareserkirina nîgeraniyên wê yên emnî.

Price tekezî li ser wê yekê kir ku pêdivî ye Amerîka û Tirkiye rûbirûyê pirsgirêka hevbeş a li Sûriyê bibin û diyar kir, ew pirsgirêka hevbeş DAIŞ e û divê bala wan li ser wêya be ku DAIŞ nikaribe careke din xwe birêkxistin bike.

Bi gotina Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, hevpeymaniya dijî DAIŞê di salên bihorî de destkeftên berbiçav bidest xistine û got, ew naxwazin ew destkeft bikevin metirsiyê yan jî berovajî bên kirin.

Li ser pirsa, gelo çê dibe ku hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, yên wek YPG wek hevpeymanê Amerîkayê bên binavkirin, Ned Price amade nebû bersiveke dirist bide, lê belê bi zelalî got, ku ji bo wan Tirkiye hevpeyman e.

Naveroka pirsên rojnamevan û bersivên Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê wek xwe

Rojnamevan: Pirsyareke min li ser Tirkiyê heye. Hefteya borî guhê min li we bû. Dîsan we wek hevpeymanekî gelekî girîng ê NATO û Amerîkayê behsa Tirkiyê dikir. Lê Tirkiye, NATO û Amerîkayê bi hevkarîkirina terorîstan tohmetbar dike. Mebesta wan Kurdên Sûriyê ne, bi nerîna min. Gelo Kurdên Sûriyê yên nav YPGê hevpeymanên we ne? Yan terorîst in wek Tirkiye dibêje?

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price: “Baş e, ew yek nayê înkarkirin ku Tirkiye rûbirûyê jîngeheke aloz a emnî dibe. Tirkiyê ji hemû hevpeymanên din ên NATOyê zêdetir xwe li ber êrîşên terorîstî girtiye. Em dixwazin ligel Tirkiyê kar bikin bo çareserkirina nîgeraniyên wê yên emnî. Li gor me, em dikarin ligel Tirkiyê kar bikin bo çareserkirina wan nîgeraniyan, di demekê de ku heta niha jî li Sûriyê em bi pirsgirêkeke hevbeş re rûbirû ne û ew jî tekezî ye li ser wêya ku divê DAIŞ nikaribe dubare xwe organîze bike.”

“Hevpeymaniya Têkşikandina DAIŞê di salên derbasbûyî de destkeftên berbiçav bidest xistine. Em naxwazin ew destkeftên berçav bikevin metirsiyê. Yan jî wê jî xirabtir, berevajî bên kirin. Loma bêguman em li ser rawêjkariya nêzîk ligel Tirkiyê derbarê vê mijarê de berdewam dibin. Em helwêsta wan fam dikin û bilind dinirxînin, hest pê dikin û pêwîst e em li ser hevahengî û hevkariya nêzîk a ligel Tirkiyê derbarê vê pirsgirêka hevbeş de berdewam bin.”

Rojnamevan: Belê, lê hun di heman demê de hevahengiyê ligel YPGê dikin, rast e?

Ned Price: “Hevbeşên me yên Kurd li ser erdê beşekî girîng bûn di wê operasyonê de ku min amaje pê da bo lawazkirin, rûbirûbûn û di dawî de nehiştina DAIŞê. Bêguman grûpên terorîst jî hene ku metirsiyê bo ser Tirkiyê çêdikin. PKK yek ji wan e. Em di wê derbarê de zelal bûn. Em dikarin kar bikin bo çareserkirina nîgeraniyên emnî yên rewa yên Tirkiyê li ser bingeha ku armanca me ya serekî çiye û ew jî ew e ku em piştrast bin DAIŞ ne di rewşekê de ye hêzê bidest bixe yan xwe organîze bike.”

Rojnamevan: Wate eger binivîsim Kurdên Sûriyê ne terorîst in û hevpeymanê we ne, ez rast dibêjim?

Ned Price: “Tu gelekî bi giştî diaxifî. Ez li ser nîgeraniyên emnî yên taybet diaxifim. Lê ji te re dibêjim kî hevpeyman e; Tirkiye hevpeymanê me ye. Çavê me li wê yekê ye ji nêzîk ve kar ligel Tirkiyê bikin li ser nîgeraniyên hevbeş.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:33:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x