Ji Amerîkayê daxuyaniya hilbijartinên 14ê Gulanê

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku ew dê di xebata ligel hikûmeta ji aliyê gelê Tirkiyê ve were hilbijartin de berdewam bin û her wiha encamên hilbijartinê dê tu bandorê li peywendiyên Tirkiyê-Amerîkan neke. Patel herwiha got ku welatê wî di hilbijartinên Tirkiyê de alîgiriyê nake.

09.05.2023, Sal - 10:12

Ji Amerîkayê daxuyaniya hilbijartinên 14ê Gulanê
Nuçe Belav bike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê Vedant Patel di civîna rojnamevanî ya rojane de pirsa, “Encamên hilbijartina Serokomariyê û ya Parlamenteriyê yên li Tirkiyê, tesîrê li peywendiyên Amerîka û Tirkiyeyê bikin?”wiha bersivand, "Nexêr, dê bandorê lê neke."

Patel wiha got, "Em dê di xebata ligel hikûmeta ji aliyê gelê Tirkiyê ve were hilbijartin de û her wiha di kûrkirina van peywendiyan û xebata li ser hevkarî û berjewendiyên hevbeş de berdewam bin."

Patel bal kişand li ser wê yekê ku Tirkiye ji bo NATOyê hevalbendeke girîng e û di gelek mijarên ji bo Amerîkayê girîng de roleke baş dileyîze.

Vedant herwiha teqez kir ku Amerîka di hilbijartinan de alîgiriyê nake û wiha got, "Hêviya me bi tenê ew e ku em hilbijartineke azad û adil a li gorî pêvajoyeke demokratîk bibînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x